BI DÎMEN

Şêx El Xeznewî: Divê partiyên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî

Şêx Murşîd El Xeznewî berpirsyariya dîrokî ya gelê Kurd bi bîr xist û got, "Eger em bala xwe bidin ser tecrûbeyên dîrokî, wê bi hêsanî bê dîtin ku şoreşên bi ser neketin ji ber nakokiyan bû."

ŞÊX MURŞÎD EL XEZNEWÎ

Piştî ku rejîma Baas a li Sûriyeyê di 8'ê Kanûnê de hate hilweşandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên ji bo diyaloga Kurd-Kurd zêde bûn. Yek ji kesayetên sereke ku bi vê hewldanê radibe Şêx Murşîd El Xeznewî ye ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Şêx Murşîd El Xeznewî bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got, "Eger yekîtiya Kurdan pêk neyê û di nava gelê Kurd de nakokî hebe, wê Kurd nikaribin bigihêjin mafên xwe. Gava mirov bala xwe didin ser tecrûbeyên berê, bi hêsanî tê dîtin ku şoreşên bi ser neketine ji ber nakokiyan e. Yên ku xwestine bi ser bikevin jî alîgirê tifaqê bûne.

Eger em ji Nelson Mandela mînakê bidin; kengî bûn tifaq hingî şoreşa wan bi ser ket. Lewma divê gelê Kurd nakokiyên xwe bide aliyekî. Em xwedî hişmendiyeke mezin a dîrokê ne. Her şoreşa ku Kurdan pêk anîne, ji ber ku nekariye tifaqa xwe bikin, bi ser neketiye. Mafê me heye ku em bipirsin, çima şoreşên me bi ser neketine.

Dema ku em li dîrokê dinihêrin, tê dîtin ku têkçûna şoreşên Kurdan ne ji ber xurtbûna dijmin e. Sedema bingehîn ew e ku di nava Kurdan de tifaq tine bû. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dîrokeke nû tê nivîsandin. Gelê Kurd li cîhanê êdî xwedî dostan e û amade ne alîkariyê bi wan re bikin. Eger Kurd ji vê demê re ne amade bin, wê dostên wan çawa alîkariyê pêşkêş bikin? Lewma yekîtiya Kurdan, tifaqa siyasî, tifaqa saziyan ji her demê bêhtir niha pêwîst e."

'GEL AMADE YE KU DEST BIDE HEV'

Şêx Murşîd El Xeznewî ragihand ku gel ji yekîtiya Kurdan re amade ye, lê belê ji ber nakokiyên nava partiyên siyasî yekîtî heta niha nekariye pêk were û got, "Gel alîgirê yekîtiyê ye; zane ku eger yekîtî pêk neyê wê metirsî ji holê neyê rakirin û mafdar e. Ji partiyên siyasî bêhtir haya xwe ji metirsiyê heye. Lewma gel ji xwe yek e. Gelê me amade ye destê xwe bide hev. Pirsgirêka heyî ji ber nakokiyên nava partiyên siyasî ye. Mirov dikare bibêje ku ji ber nakokiyên nava partiyan, tifaq nekarî pêk were. Dema ku mirov bala xwe didin ser nakokiyan jî dibîne ku nakokiyên kûr nînin, nakokiyên şexsî, malbatî yan jî berjewendiyên civakî ne. Hin partî jî di mijara yekîtiyê de sekneke zelal û parçebûyî nîşan nadin.

Gel ji bo pêkhatina tifaqê bang dike; divê partiyên siyasî li gorî van bangan nexşerêya xwe diyar bikin. Her partiyeke siyasî xwedî daxwazên cuda ne. Hin ji daxwazan di cih de ne; lê belê divê ev daxwaz li pêşiya yekîtiyê nebin asteng. Berê bi hinceta rejîmê yekîtî nedihate pêkanîn, lê belê êdî rejîm nîne, yanî astengî ji holê rabûye. Di navbera Mazlûm Ebdî û ENKS'ê de hevdîtina destpêkê pêk hat. Piştî vê hevdîtinê wê civînek pêk were û ji bo pêkanîna nêrîna hevpar wê amadekarî dewam bikin. Em nabêjin wê di demeke kurt de pêk were, lê belê ji bo bi şandeyeke hevpar biçin Şamê hevdîtin wê dewam bikin. Di nava vê demê de dijminê me wê li gorî berjewendiyên xwe tevbigere û bi hemû hêza xwe êrî bike. Lewma divê partiyên siyasî û gelê me li hemberî astengiyên ku dijmin li pêşiya yekîtiyê dîne, amade be û vê pêvajoyê baş binirxîne."

'DIVÊ BI HELWEST Û ŞANDEYEKE HEVPAR BIÇIN ŞAMÊ'

Şêx Murdşîd El Xeznewî anî ziman ku nakokiyên partiyên siyasî bi dawî nebûne û got, "Di nava vê demê de yekemcar hevdîtinek pêk hat. Di vê hevdîtinê de girîngiya guhdarîkirina li hev û nêzîkatiyeke bi fikrekî hevpar hate nîqaşkirin. Hate ragihandin ku lihevnekirina Kurdan wê li Şamê bibe sedema pirsgirêkê. Ev hevdîtina destpêkê bû. Lewma em nikarin bibêjin ku nakokî bi dawî bûne. Divê mirov vê yekê weke destpêkekê binirxînin. Ji bo dawî li nakokiyan bê anîn divê hewl bê dayin. Di mijara hin nakokiyan de dibe ku lihevkirin pêk neyê, lê belê ya girîng ew e ku bi nêrîn û sekneke hevpar biçin Şamê.

Her partiyeke siyasî dibe ku nêrîna xwe cuda be; ne şert e ku ji heman nêrîn an jî îdeolojiyê bin. Lê belê roj ne ew roj e ku em li van cudahiyan asê bimînin, bialiqin. Divê ev yek bê zanîn; gel dixwaze bi şande û helwesteke hevpar biçin Şamê. Berê jî hevdîtin bûn, lê belê yekîtî pêk nehat. Dem ew dem e ku em li pêşiya xwe binihêrin. Piştî 8'ê Kanûnê, yanî bi hilweşandina rejîmê re şert e ku pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de eger nakokî dewam bikin ku metirsiyên hîn cidî li pêşiya gelê Kurd bin. PYNK an jî ENKS, partiyên van herdu rêxistinan, kesayetên serbixwe yan jî rewşenbîr bi tena serê xwe nikarin yekîtiyê pêk bînin. Lê belê eger bi hev re tevbigerin wê karibin yekîtiyê pêk bînin; di heman demê de hêzeke me ya leşkerî ya mezin li pişt me heye. Şert û mercên em di nav de ne ji bo taloqkirina yekîtiyê guncaw nînin. Sibeha îro nîne. Dîrok îro tê nivîsandin; ya heyî îro ye û nabe bê taloqkirin. Nabe ku em li benda sedsaleke din bisekinin."

'HÊZÊN KURDISTANÎ DIVÊ NEBIN ASTENG, DIVÊ BIBIN PIŞTEVAN'

Şêx Murşîd El Xeznewî careke din bang li aliyên Kurd kir û got, "Hevdîtina destpêkê pêk hat. Pêvajoya ji niha û pê ve gelekî girîng e. Ji bo yekîtî pêk neyê dibe ku astengî rû bidin. Partiyên siyasî divê li gorî girîngiya atmosfera heyî û metirsiya pêvajoyê, sekneke mezin nîşan bidin. Divê hemû alî nakokiyên xwe bidin aliyekî; bêyî ku nakokiyan kûr bikin, lihevkirinê pêk bînin.

Îro Rojavayê Kurdistanê di rojev ê de ye. Ev herêma ku demekê parçeyekî biçûk bû îro li cîhanê deng veda. Li gel biçûkbûna xwe ya cografî, bû cihekî welê ku helwesteke mezin nîşan da. Lewma pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya tevgerên Kurdistanî yên li sê parçeyên din ên Kurdistanê heye. Roj ew roj e ku bi gel re bin û destê hatiye dirêjkirin venegerîne. Rojavayê Kurdistanê her tim di rojên zor û zehmet de bi wer e bû û ji bo we berdêl da. Îro roja man û nemanê ye, roja şeref û namûsê ye. Ji ber vê yekê jî ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan em li benda piştgiriya hêzên Kurdistanî hemûyan e."