Şerê Xezeyê gelo wê bigihêje Sûriye û Iraqê?

Di çend rojên dawî de tirs zêde bûye, ku ji ber şerê Îsraîlê yê li ser Xezeyê, pevçûn bighêje Sûrî û Iraqê.

Piştî ku bombebaran ji xaka Sûriyê ber bi Îsraîlê ve çûn, Îsraîl li belafixaneya Şam û Helebê xist. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî di heman demê de karwanek li nêzî bajarê Elbûkemal ê Sûriyê bi hinceta ku girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê ye kir hedef. Li Iraqê jî, mûşekên Katyûşa li baregeha Eyn Esed a ku hêzên Amerîkî lê bi cih dibe hatin avêtin û pê re Washîngtonê tekez kir ku ew ê bersiva her êrîşeke ku bandorê li hêzên wê li herêmê dike, bide.

Di vê çarçoveyê de rojnamevan û nivîskarê çapemeniya Sûriyê Ebdulrehman Rebû di pêwendiyeke telefonî de ji Ajansa Firatê (ANF) re ragihand, ku ji ber hebûna gelek aliyên ser bi Îranê li xaka Sûriyê ve, çi Sûrî bin yan jî Fîlîstînî bin, yan hêzên Îranê be, beşdarbûna Sûriyê di şerê Xezeyê de mumkin e. Lê Tehranê piştrast kir ku ew beşdar nabin, lewra çekên ku girêdayî wê ne, wê li Sûriyê, Iraq û Yemenê bên belavkirin.

Rebû anî ziman ku di dema ku ev çek tên arastekirin, Îran li pişt perdeyê danûstandin û hevpeyivînan dike û got, "Li Sûriyê komên Sûrî û yên din jî Sûriyên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, dibe ku ev alî di hin mijarên girêdayî şer de beşdar bibin. Lê bi dîtina min îhtîmaleke geleke lewaze."

Rojnamevan û lêkolînerê siyasî diyar kir ku ji aliyekî din ve artêşa girêdayî hikûmeta Şamê niha bi hemû hêza xwe rola xwe bi cih tîne, kar dike ku rê li ber tiştekî bi vî rengî bigire û got, "Ji ber ku ew naxwaze zêdetir tevlî vê dosyeyê bibe, ji ber ku rastiyên cuda piştrast dikin ku her tevgerek Îranî ji xaka Sûriyê wê bersiveke tund werbigire."

Rebû di wê baweriyê de ye ku komên ser bi Îranê ve tenê çalakiyên sînordar pêk tînin. Anî ziman ku ku Eniya Colanê jî eniyeke biçûk û ji aliyê leşkerî ve bêkêr e û diyar kir ku komên li Sûriyê lewaz in û moşekên giran li gel wan mîna Huzbelahê nînin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê belav kiriye ku karbidestên berevaniyê yên Emerîkayê dibêjin: "Ji dema Îsraîl di 7ê Cotmehê de dest bi êrîşeke berfireh li Xezeyê kir, êrîşên mûşekî yan firokeyên bê firokevan li ser hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê zêde bûne.

Serokwezîrê Iraqê soza şopandina berpirsên êrîşên mûşekî yên li ser sê baregehên leşkerî li Iraqê da, ku mêvanên şêwirmendên hevpeymaniya navdewletî dihewîne. Ji wan jî baregeha Eyn Esed li rojavayê Iraqê, baregeheke leşkerî li nêzîkî firokexaneya navdewletî ya Bexdayê, û baregeha Herîr li Iraqê."

Di vê çarçoveyê de pisporê karûbarên Rojhilata Navîn Dr. Tariq Fehmî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re ragihand ku Sûrî û Iraq yek ji wan şanoyên sereke ne ku dikarin bibin şahidê berteka şerê têkildarî Xezeyê.

Dr. Tariq Fehmî got, "Bi nerîna min, ne Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ne jî Îran dixwazin ku xeleka pevçûnê berfirehtir bibe, lê mijar girêdayî hesabên her aliyekî ye."

Fehmî her wiha got: "Ku di encama piştevaniya berfireh a rêveberiya Amerîkayê ji Îsraîlê re di operasyonên wê yên li dijî Xezeyê de, gelek texmînên Washîngtonê derdikevin holê ku hin aliyên ser bi Îranê ve yan jî yên ku hebûna Amerîkayê li navçeyê red dikin, dibe ew operasyonan li dijî armanc û berjewendiyên Amerîkayê pêk tînin."