Gotineke pêşiyan a Çîniyan heye, dibêje, ''Him mirin ji pirtikên çûkê siviktir, hin mirin jî ji Çiyayê Tayê girantir in.''
Ev gotin bêguman ji bo mirovên berdest hatiye kirin. Belkî jî gotina herî rast û fesîh e ku ji bo mirovên berdest hatiye gotin.
Lê hin mirov hene ku ji bo jiyaneke wiha ku îdeal, raman, nerînên wan ên cîhanî ku mirov dikare bibêje ji bo jiyaneke herî pîroz a dîrokî şer dikin û şehîd dibin. Di nav 'mirin'a van de mirov nikare cihêtiyê bike. Ev kî dibin bila bibin, ji kîjan miletî, nasname, zayendî bin, bi kîjan zimanî biaxivin, li kîjan zemînê bijîn jî, ji bo mirovahiyê ya herî pîroz çi be, cihê wan ew der e.
Ji ber ku wan giyanê xwe dane awn şoreşgerên wiha ku em jê re exlaqî-polîtîk dibêjin, bi giştî dane rizgariya gelan û mirovahiyê. Ev 'mirinên' waiha ku bîr û baweriya azadiyê hatine standin, ne tenê bi qasî 'Çiyayên Tayê'', bi qasî gerdûnê ku hemû mirovahiyê û sirûştê jî vedihewîne giran û kûr in. Jiyana xwe ne ji bo xwe, ji bo mirovahiyê û ji bo azaadiya gerdûnê feda kirine. Ne ji bo xwe lê ji bo azadiya yên dijn dijîn û bi eynî armancê bêyî dudilyekê xwe feda dikin. Ji ber ku ew her wiha lehengên wiha ne ku canê di bedena xwe de fedayî wan zarokan kirine ku ji birçîna dimirin, fedayî wan jinan kirine ku tecawîz li wan hatiye kirin, tundî li wan hatiye kirin, her wiha ji bo wan gelan ku êrîş li ser wan heye feda kirine.
Lehengî ew e ku mirov rastiyê bibîne, xwe bigihîne rastiyan, mirov rewşên bûneweriyê yê mirov biparêze, rastiya mirov bigihîne ser gerdûnîbûnê. Mirinên jê re weke mirinê ''Çiyayê Tay'' tê gotin, tam jî ev rastî ye.
Divê mirov kesên ku di têkoşîna rizgariya netewî û şoreşên civakî de, bi taybetî jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi vê çarçoweyê bi bîr bîne, li bara wan berpirsyariya xwe bi cih bîne. Ne hewceye ku mirov vê diyar jî bike.
Di dîrokê de her mewziya çewisandiyan, her qurtek azadî, her derba li netew û çînên serdest hatiye xistin bêguman bi van lehengan e. Ji ber vê, azadî bi xwînê şax dide, bi beden û rihê bêhijmar lehengan bimane dibe. Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ev hê beloqtir e.
Ji Hakî Karer heta bi Halîl Çavgûn, ji Mahsûm Korkmaz heta bi Zîlan, Bêrîtan, Delal, Erdal, Sînan, Saît Uçlu û Îrfan Guler û Yasîn Bulut, weke xelekên zincîran şehîdan bûye mohra Şoreşa Kurdistanê.
Xelaka dawî ya vê zincîrê Yasîn Bulut e. Duh li Silêmanî bi suîkasta dewleta Tirk a kontra hate qetilkirin. Li vir divê em behsa keda çil salî, meşa mezin, fedkariya bêrawesta a ji bo şoreşê û çîroka lehengiyê ya Yasîn Bulut bibêjin.
Lê divê em vê jî bibêjin. Bi rastî jî ew kedkarê şoreşê bû. Yek ji wan kêm şoreşgeran bû ku heq ji zor û zehmetiyan derdiket. Apoyiyek wiha bû ku mirov tam dikare bibêje, ''Ha şoreşgerî ev e; meşa şoreşgerekî, helwesta wî, dilpakiya şoreşgerekî encex dikare wiha be.'' Temsîla wan mirovên nû bû ku rast diaxivî, rast dimeşiya, bi ziman, şêwaza xwe vedigot û bi vî halê xwe yê sirûştî xwe bi hevrêyan dida qebûlkirin, bawermend bû, rihê xwe tevlê kiribû, bi fikir û ramanên xwe xwe li navenda şoreşê danîbû.
Piştî ku ji zindanê derdikeve di cih de tê çiyayên Kurdistanê, li ser vê ti dudiliyê najî, li dijî dudiliyê, lîberalîzmê û helwestên hewlest xweş dizanîbû ku bibe xwedî helwest, şehîd Yasîn Bulut bi rastî jî bîrdariyeke kedê bû. Şoreşgerekî wiha bû ku tim digot wî ev kedkariya xwe ji Hakî Karer standiye, heke mirov weke wî neke nikare bibe şoreşger, heke bike jî mirov dibe parazît. Bi kurtasî welatparêziya wî jî, şoreşgerî, hêrs û dilsoziya wî ya bi nirxan jî pir mezin bû. Şoreşgerekî wiha bû ku ji ya xwe nedihate xwarê, nedikarîbû teslîm were girtin, çokê xwe li ber kesî nedatanî, di vî çaxî de yek ji şoreşgerê herî radîkal û mulayîm bû, mizginiya serfiraziyê dida.
Şehîd Yasîn li dijî dijminên Kurdan, li dijî netewdewletên Tirk-Ereb ku dixwazin qira Kurdan bînin, li diji netewdewletên din, he wiha li dijî îxanet û teslîmbûnê jî têkoşiya. Li dijî kesên ku li girtîgehê teslîmî dijmin dibû, li dijî yên ku nizanîbûn li ber xwe bidin, li dijî wan kesên ku li şûna ku li ber xwe bidin li ber dijmin xwe ditewînin têra xwe şoreşger û milîtan bû.
Yasîn Bulut mixabin li qadeke wiha ku avaniya rêveberiya wê heta bi kûrahiya rihê xwe ketî nav xayintiyê, bi qalêşî hate qetilkirin. Cihê ku hatî qetilkirin parçeyê Başûr e. Başûr cihekî wiha ye ku dewleta Tirk lê zîtirkan dike, xwe bi rengê kontrayê pir xweş rêxistinî kiriye. Xayintiyeke wiha ku dewleta Tirk a dagirker pejirandiye, ku dewleta Tirk a dagirker piştî Hewlêrê ji bo ku li Silêmanî jî tevlîheviyê bike, bike kaos, welatparêzên wir bîne pêşberî hev çi tişta ku ewce be wê dike. Heke rastiya xayintiyê nebûya, heke nehiştibûna ku dewleta Tirk li Başûr bi cih bibe, heke derfet nedabûna MÎT'ê, wê Yasîn Bulut şehîd nebûya. Kesên ku Başûrê Kurdistanê ji bo dewleta Tirk kirine qadeke stratejîk ku bi kar bîne, ên ku Başûr kirine çirava xayintiyê jî kujerên Yasîn Bulut in. Berpirsyarî ya wan giregirên eşîran e ku Başûr ji dagirkeriyê re vekirine û mohra we li rêveberiya herêmê dane.
Dewleta Tirk ji bo ku Tevgera Azadiyê tasfiye bike, Başûrê Kurdistanê ji bo xwe kiriye qadeke stratejîk. Li vir rêistiniya xwe dike, xwe bi cih dike, hêza xwe ya leşkerî serferber dike û dixwaze encamê bistîne. Bi çarçaweya taktîka kirina weke Hewlêrê, dixwazin Silêmanî jî bidin erdê. Ji ber ku nikare vîna siyasî û avaniya rêveberiya qadê bi giştî bikişînin nav pêvajoya teslîmbûnê, bi terora li bajaran, bi qetilkirina welatparêzan, dixswazin pozîsyona xwe xurt bikin, Vîna siyasî bêkêr bikin. Ji ber vê, di nav du rojan de du suîkastên girîng çêbûn. Beriya niha jî bi êrîşa hewayî çend welatparêz û şoreşger hatibûn qetilkirin.
Ev rewşeke nû ye. Weke ku wê taktîka ku li hin qadên bejayî yê Başûr bi cih bibe, hêza leşkerî bi cih bike, gundna bide valakirin, li bajaran terorê bike, bi xebatên kontra welatparêzan qetil bike bi kar bîne, taktîka bertengkirina qadê bi cih bike.
Helbet, ev konsepta dewleta kontra ye.
Wê destûra vê were dayin? Hêzên li başûr ên ji bilî PDK'ê wê li ser vê mijarê bêdeng bimînin?Em ê bibînin. Lê teqez e rewşa bicihûna li başûr a li ser şer û dagirkeriyê, xwerêxistiniya bi rengê kontrayê wê ne weke dilê dewleta Tirk be. Tevgera Azadiyê weke Bakur, li Bşaûr jî bi taktîkeke nû ya gerîla wê şer kûrtir bike. Pêvajo vê nîşan dide. Wekî TC dixwaze Başûr jî weke Bakur bike qada şer, wê demê Tevgera Azadiyê jî tam weke Bakur wê hêza xwe ya leşkerî û polîtîk bi rengekî hê biserhevdehatî bi kar bîne.