8'ê Adarê bi 'Jin, Jiyan, Azadî' bi ser dikeve

Dibe roja jin di 8 Adarê de hilat, lê bi saya têkoşîna jina Kurd dawerivî hemû rojan û wextê hemû rojan di cehwerê xwe de vejand. Êdî meşela 8 Adarê di destê jina Kurd de li çiya, tax û kolana bi jin jiyan azadî bilind dibe.

Îro 8'ê Adarê ye, bi şiyara feraseta zîhniyeta dayiksalarî 'jin jiyan azadî', li dijî zîhniyet û feraseta baviksalarî roja serîrakirinê ye. Dinya bi zîhniyeta zilam bi paşve diçe, dinya bi zîhniyeta jin bi pêşve diçe, zilam koletiyê ferz dike, jin azadiyê ferz dike, zilam şer gur dike, jin aştiyê serwer dike, zilam zarokan dikuje, jin zarokan tîne, zilam jiyanê tarî dike, jin jiyanê ronî dike, zilam bi ezezîtiyê civakê belav dike, jin bi komînalbûnê civakê berhev dike, zilam bi dermanê kîmyewî mirovan dikuje, jin bi dermanê tenduristî mirovan dide jiyan din; Yanî zilam jiyanê dikuje, jin jiyanê ava dike. Belê di vir de felsefa jin jiyan azadî li dijî zilm û zordariyê, li dijî bêheqiyê, li dijî tune hesibandinê, li dijî biçûkxistinê, li dijî bênirxhiştinê li dijî zayendperestiyê derketineke. Li ku de, zilm û zordarî û bêheqî hebe, li wê de felsefa jin jiyan azadî  têdikoşe.

Di vê wateyê de, jin jiyan azadî li dijî zîhniyeta zilamê despot û desthilatdar parastina maf, aştî û azadiya jiyana civakî ye. Ev têkoşînek felsefîk û zîhnî ye. Tundiya 8 Adarê ya li dijî jinê, îro bûye tundiya li dijî mirovahiyê û îro dinya bi vê dişewite. Ji vê ye dinya ber bi jêr ve dişemite, dirûxe, xera dibe, diheje. Ev jî bi xwe êş, kul, xizantî, nexweşiyê çêdike. Wekî şerê Mazdek û Ehrîman xerabî û başbûn li her dera dinyayê xwe pêça ye, zevt kiriye. Êdî her kuça dinyayê bûye arena Romayê, mirov mirovan dikuje. Êdî merkemotê mirov zîhniyeta baviksalarî bi xwe ye. Di encama wê de, hemû nirxên aîdê mirovbûnê wîjdan, exlaq, pakbûn, dilrehmbûn ji holê rakirin e bin pêkirin e. Bi vî awayî dinya ji xwezaya xwe derketiye, dinyayekî ji xwezaya xwe derkeve, ji mirovbûna xwe derdikeve. Ya ku herî zêde di ferqa vê rastiyê de ye û êşa vê rastiyê dikişîn e jin bixwe ye. Ji ber ku cehwera ruhê jin bi xwezayê re lihevkirî ye, bi gerdûnê re yekpare ye napejirîne. Ji ber ku dinyaya wê cûda ye, xeyalê wê cûda ye, pêşeroja wê cûda ye nabe yek. Ji ber ku  ew bi dû dinyaya xwezaya pirrengî, pirdengî û pircureyî de dimeşe.

Bi vê ve girêdayî, dîrok bi çîrok û çîvanokê serpêhatiyên jinên navdar têr û tije dagirtî ye. Yek ji van çîrokan jî çîroka 8 Adarê ye. Li Emerîka ji bo jinên karker mafê heqdestê xwe dixwazin bi saxî tên şewitandin. Îro jî bi heman zîhniyetê wekî Jîna Emînî ya di bin navê porê wê derketiye, ya di bin navê evînê de, ya di bin navê namûsê de, ya di bin navê zewacê de û her wiha bi sedemê cûda cûda tên qetilkirin. Yanî sedem pir in! Lê yê ku van sedeman dixe ber lêpirsînê û hesab dixwaz e jin in û di vê ya de bi israrin. Ji ber xwedî hişmendiyeke zanistî û hêzeke bi vînin ku dikarin vê dinyayê biguherînin jianake azad û civakeke rêxistinkirî ku herkes bikaribe tê de bi vîn û xwesteka xwe bijî û bi tercîha hilbijêr e.

Wekî di vê de jî dixuyê, têkoşîna jin jiyan azadî şoreşeke ku Rêber Apo dibêje; 'sed sala 21 mîn sed sala tekoşîna azadiya jine' kêlî bi kêlî bi qelenek buha hêja dihûne pêk tê. Ev kêlî îro di pêşengiya têkoşîna tevgera jinên Kurd de di şexsê xwepêşandanê Rojhilatê Kurdistanê de ku bi şiyara 'jin jiyan azadî' destpêkiriye gihiştiye lûtkeya herî jor a ber bi serketinê ve hiltê. Belê dibe roja jin di 8 Adarê de hilat, lê bi saya têkoşîna jina Kurd dawerivî hemû rojan û wextê hemû rojan di cehwerê xwe de vejand. Êdî meşela 8 Adarê di destê jina Kurd de li çiya, tax û kolana bi jin jiyan azadî bilind dibe. Êdî her der bi rengekî dineqişe, bi dengekî bi hêz dibe, bi dilekî dikemile û bi dinyaya jin serwext dibe. Êdî xeyalê 8 adarê bi dema jina azad re diherike tovê hêvî û baweriyek xweşkayî, başî, rûgeşî, dilxweşî û dilşadî. Êdî xayalê dinyayek siberojê bi pênûsa Jîna Emînî dinya ya jina azad dinivisîne û bi rengê demsala dixemilîn e.

Di vê wateyê de, jina Kurd ruhê 8 Adarê bi şoreşa jin jiyan azadî biserxist. Felsefe û fikra jin jiyan azadî tola 8 adarê ji zîhniyeta desthilatdarê nijadperest û zayendperest rakir û hê jî radike. Ya ku destpêkê ev meşale rakir hevrê Sara bû, ji wê rojê de, ev meşale bi têkoşîn û berxwedanek bêhempa her pêketî gur û geş bû. Em îro bi roniya meşela destê hevrê Sara de bi gavê wêrek û bawerî têdikoşin. Bi felsefa 'jiyana min her şer e' bikin bingehê lêgerîna tekoşîna azad û bi vê ferasetê ber bi ruhê 8 Adarê ve şoreşa jinê li darxînin. Li ser vî esasî careke din hemû jinên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji destdane bi bîr tînin û 8 Adarê roja jinê li hemû jinên têkoşer pîroz dikin.