Şervanê sosyalîzmê Lothar Bisky jiyana xwe ji dest da

Şervanê sosyalîzmê Lothar Bisky jiyana xwe ji dest da

Yek ji navên pêşeng ên çepa Elman Lothar Bisky, duh di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Siyasetmedarê navdar, di 18 saliya xwe de biryar da li Elmanya Rojhilat a bi sosyalîzmê dihat rêvebirin bijî û demeke dirêj di nava çepa Elman de hewl da derdorên cûda bîne cem hev.

Bisky ku yek ji parêzvanên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû, dixwest ku Kurd bi siyaseteke aştiyane re li nava Tirkiyê bibe xwedî xweseriyê.

Lothar Bisky, di asla 1941'ê de li komuna Zollbruck a Pomerya ku îro ser bi Polonyayê ye hat dinyayê. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, malbata wî xwe li Brekendorf a Bakurê Elmanya girt û ew jî li vir mezin bû.

Di sala 1959'an de hînê 18 salî bû, derbasî Elmanya Rojhilat (DDR) bû ku ev der bi sosyalîzmê dihat rêvebirin û piştî dibistana xwe ya amadeyî temam kir, li Zanîngeha Humboldt a Berlînê di beşa Felsefeyê û li Zanîngeha Karl-Marx a Leipzigê de jî di beşa zanyariyên çandî de perwerde dît. Di sala 1969'an de bi têza "Ragihandina Girseya Berfireh û Ciwantî-Lêkolînên li ser Pirsgirêkên Teorîk û Metodîk" doktora xwe kir.

Bisky di navbera salên 1967 û 1980 de li Înstîtuya Navenda Lêkolînên Ciwanan a Leipzigê weke asîstan û rêveberê beşê xebitî û di navbera salên 1980 û 1986'an de jî li Akademiya Zanyariyên Civakî (AfG) ya ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Sosyalîst (SED) ve dihat rêvebirin, weke doçent wezîfe kir. Ji sala 1986'an heta 1990 li Dibistana Bilind a Televîzyon û Fîlm a Postdamê hîndekarî û rektorî kir, di sala 1963'an de bû endamê SED'ê.

DIXWEST DDR BÊ REFORMEKIRIN

Bisky, 5 roj beriya hilweşîna dîwarê Berlînê, yanî di 4'ê Mijdara sala 1989'an de, di yekemîn xwepêşandan civakî ya di dîroka DDR de li Alexanderplatzê hat lidarxistin, bi axaftina ya li vê derê re ji aliyê raya giştî ve hat naskirin. Bisky di axaftina xwe ya ji bo bi sedhezaran mirovan re diyar dikir ku divê Elmanya Rojhilat (DDR) dewam bike û di çarçoveya sosyalîzma demokratîk de were guhertin. Bisky di heman salê de weke nûnerê alîgirê reforman ên di nava partiya deshilatdariyê SED, ji rêveberiya partiyê re hat hilbijartin. Di navbera salên 1991-1993'an de, piştî ku herdu Elmanya bûn yek û SED hat fehiskirin, Bisky ji serokatiya Eyaleta Brandenburgê ya Partiya Sosyalîzma Demokratîk (PDS) a di şûna wê de hat damezrandin, hat hilbijartin. Di navbera salên 1993-2000 û 2003-2007'an de wezîfeya serokatiya giştî ya federal a partiya xwe, meşand.

Weke parlamenter, cara yekemîn di sala 1990 de ji parlamentera dema DDR Volkskammer re hat hilbijartin. Li dû yekbûna herdu Elmanyayn re, Lothar Bisky ji bo Parlamenta Eyaletê ya Brandengburgê hat hilbijartin. Heta sala 2005'an Bisky 4 caran weke parlamenter hat hilbijartin û di sala 2005'an de jî di hilbijartinên giştî Yên federal de ji bo Meclîsa Federal (Bundestag) hat hilbijartin.

Di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yên sala 2009'an de Bisky serkêşê lîsteya Partiya Çep (Die Linke) kuk dewma PDS e bû û di navbera sal ên 2007 û 2010'an de serokatiya Partiya Çep a Ewropayê kir.

Lothar Bisky alîgir bû ku Elmanay Rojhilat xwe reforme bike û bi Rojava re nebe yek, bi vê sekna xwe re demeke dirêj bû hedefa partiYên sîstemê û medya Elman. Bisky, di sala 1996'an de dihat tewambarkirin ku di ciwantiya xwe de ajanê Servîsa Ewlekariyê ya Dewleta Elman a Rojhilat (Stasî) ye. 

‘NAVBEYNKAREKÎ BAŞ, LÊ AXAFTVANEKÎ NEBAŞ BÛ'

Bisky di sala 2007'an de ji bo yekbûna civata çepgir a li Elmanyayê di bin banê Die Linke de roleke mezin lîst û di nava derdorên cûda yên li nava partiyê de weke navbeynkarekî baş dihat dîtin. Bisky nasnameya xwe ya Marksîst derdixist pêş û hewl ji pevçûnên deshilatdariyê dûr bisekine. Şaşiyên li nava partiya xwe jî bi awayekî vekirî rexne dikir.

Lothar Bisky, weke mirovekî zîrek lê axaftvanekî nebaş, guhdarvanekî baş, dilgerm û Marksîstekî hatiye erêkirin, di nava cîhana siyaseta Elman û medya xwedî çand de, cih girt.

YEK JI PARÊZVANEN MAFÊN KURDAN BÛ

Lothar Bisky bi sempatî nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû û ji bo Kurdên li Tirkiyê dixwest mafê xweseriyê bê dayîn. Di sala 2008'an de daxuyaniyek dabû çapemeniya li Tirkiyê û gotibû, "Ez daxwaza Kurdan a xweseriyê erênî dibînim. Bêguman divê ev xweserî ne cihê bûn, yekbûnê biparêze. Divê çareserî li nava Tirkiyê be. Azadiya siyasî ya gelê Kurd û pêşvebirina nasnameya çandî, ez gelekî girîng dibînim. Her wehe, helwesta zextdar a li hemberî Kurdan jî fêm nakim. Ev zext û zordarî pirsgirêkan diafirîne. Divê derfet ji Kurdan re bê dayîn ku nasnameya xwe ya çandî biparêzin."

Heman salê tevî 16 Festîvala Çanda Kurdistanê ya Navnetewî bû, ku di bin navê "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re Aştî" li bajarê Gelsenkirchenê bû. Bisky di axaftina xwe ya li vê derê de qedexeya ROJ TV ya Elmanya û Danîmarka bi zimanekî tund şermezar kiribû.