Pirtûka ‘Şaristaniya Mezopotamya’ pirsgirêka Suryaniyan ronî dike

Nivîskar Yaşar Kuçukaslan, di pirtûka xwe de ya bi navê “Mezopotamya Medeniyeti-Şaristaniya Mezopotamyayê”, pirsgirêka gelên qedîm ên vê xakê Asûrî-Suryanî-Keldaniyan dinirxîne.

Pirtûka ji Weşanên Arjovî derketî, ji 834 rûpelan pêk tê, di pêşgotina wê de tê gotin ku gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî, nûnerê şaristaniyên Mezopotamyayê yên weke Sumer, Akaq, Babil, Asûr, Xalde û Aram in. Pirtûk, di derbarê Suryaniyan de van agahiyan dide:

“Li gel ku Dêrên cuda yên vî gelî hene jî, xwedî zimanekî bi navê Aramiya nûjen ê hevpar e. Suryanîkiya Rojava û ya Rojhilat hê jî dijîn. Demekê zimanê Aramî, zimanê hemû Rojhilata Navîn ê hevpar bû, hemû gel bi vî zimanî bi hev re diaxiviyan. Hazretî Îsa, bi zimanê Aramîkî axiviye û ev ziman demekê ji Hindistanê heta Ûygûrê, heta çînê hatiye axaftin. Dêra Rojhilat biriye heta xakên dûr. Împaratoriya Moxoliyan, bi Rojava re bi riya wan têkilî daniye û xebatên dîplomasiyê kirine. Klasîkên Yewnanî, wan veguhestine Erebî û rê li ber ronensansa Ereb vekirine.” 

Kuçukaslan di derbarê pirtûka xwe de ji ANF'ê ra axivî û got, “Asûrî-Suryanî-Keldanî yên divê weke mîrateya çanda mirovahiyê bê parastin, lewre 1915'an bi komkujiya Ermeniyan re komkujî bi serê wan de jî hatiye anîn. Yên karîne ji komkujiyê bifilitin, di serî de Tirkiye, di encama zextên dewletên dagirker de neçar mane ku erdên xwe biterikînin.”

Di pirtûkê de Kuçukaslan Suryaniyan, ji Sumeran heta roja me bi kronolojiyeke rêkûpêk ji hêla dîrokî û civakî ve girtiye dest. Kuçukaslan dibêje, “Min bi vê pirtûkê, xwest belgeyeke berfireh a dîrokî ji gelê me re bihêlim. Her wiha di derbarê çand û baweriyên gelên cîran ên weke Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Ermenî, Rûm û baweriyên Elewî û Êzidî de agahiyên berfireh belge bikim.

Min di pirtûka xwe de raber kir ku dewleta Tirk a piştî 1915'an li ser komkujiyê ava bûyî û bi avabûna komara faşîst, nijadperest, dagirker û şovenîst çawa çîrokeke sexte ya rizgariyê li hev anîne; ka çawa çepgiriyeke ku xwe dispêre nijada serwer Tirkitiya serdest ava kirine, girtiye dest.”