Nûçeya Lezgîn: Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê

Sembola ruhê enternasyonal: Tîjda Zagros

Tîjda Zagros 29'ê Nîsana 2025'an li qada Girê Bahar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye.

TÎJDA ZAGROS

Dema ku mirov bala xwe didin ser gerîlayên enternasyonal ên tevlî têkoşînê bûn û şehîd bûn, rewşa herî şênber a têkoşîna azadiya azadiyê ya Kurdistanê ji ku herêmî bûye gerdûnî, bi şênberî tê fêhmkirin. Yên ku ji cewhera mirovahiyê dûr neketine û li hemberî derfetên şaristaniyê li ber xwe dane, îro tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibin.

Ji aliyekî ve di hestê de li aliyê din jî di ruh de tevlî nava vê têkoşînê dibin. Di nava paradîgmaya Rêber Apo de bersivên herî rast ji bo lêgerînên xwe peyda dikin. Heta dawiyê bi têkoşîna ji bo çarenûsa gel û welatekî re ne, li gel wê mil bi mil şer dikin.

Ronahî (Andrea Wolf), Nûdem (Uta Schneiderbanger), Şiyar (Jakob Riemer), Sara (Sarah Handelmann), Bager (Michael Panser), Azad (Thomas Johann Spies) û Elefteria (Eva Maria Steiger), herî dawî jî Tîjda Zagros (Kelly Freygang) gelek şervanên enternasyonalîst bi durustî, dilsozî û milîtaniya xwe derbasî nava dîrokê bûn.

JI KELLY BER BI TÎJDA VE

Tîjda Zagros li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji dayik bû. Bi kevneşopiya malbateke çep-sosyalîst mezin bû, hîn di zarokatiyê de digot, dema mezin bibe dixwaze bibe şoreşger. Lêgerîn û utopyayên wê her tim li ser vê bingehê bûn. Gava ku dema wê hat xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir û gihîst xeyalên xwe.

Dema ku li zanîngehê diçû beşa hiqûqê, heybet û ronahiya berxwedana Kobanê gihîşt heta Ewropayê. Ew dem bû ku ji têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê re ji nêz ve şahidî dikir. Di heman demê de demeke welê bû ku Şoreşa Rojava ji aliyê gelên Ewropayê ve ji nêz ve dihate şopandin. Hevala Tîjda jî yek ji wan mirovan bû ku ev pêvajo ji nêz ve dişopand.

Li xaka ku qet nizanîbû, dema ku berxwedana gelekî ku qet nas nedikir dît, bi kêliyeke diyarker a jiyana xwe re rû bi rû ma. Xwest vê heqîqetê fêhm bike; ev yek êdî bi rastiyê ve eleqedar bû. Ji bo karibe îdeolojiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike tevlî kar bû. Fêhm kir ku bersiva pirsên wê di nava vê paradîgmayê de ye. Her ku ev têkiliya bi Rêber Apo re danî xurt bû, hîn bêhtir nêzî têkoşîna azadiyê ya Kurd bû.

Li pêşberî tiştên didît û hîn dibû xemsar nebû. Ya ku herî zêde bandor li wê kir, îdeolojiya rizgariya jinê bû ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin. Têgihişt ku gava destpêkê ya rizgariyê qutbûna ji sîstemê ye. Zanîbû ku cihê hînbûn û jiyana îdeolojiya Rêber Apo çiyayên Kurdistanê ye.

Di dilê xwe de êşa gelê Kurd û zilma ku lê dihate kirin hîs kir. Berdêla xwe çi dibe bila bibe xwest vê yekê biguherîne û ber bi pêş ve gavê biavêje.

Sala 2017'an berê xwe da çiyê û dilê xwe tevlî têkoşînê kir. Tîjda ku di nava jiyanê de ti biryara xwe nîvco nedihişt, heta dawiyê da pey biryara xwe ya tevlîbûnê. Ji soza xwe ji bo kêliyekê jî poşman nebû.

Salên xwe yen têkoşînê bi dilsozî û milîtaniyeke bêdawî derbas kir. Her kêliya xwe ji bo serxistina vê yekê bi têr û tijî jiya. Salên xwe yên şoreşgerî bi vî rengî pênase kir:

"Her tişt bi guherîn û veguherînê destpê dike. Armanca hevrêyên me armanca me ye, armanca me armanca hevrêyên me ye. Ji hev qut nîne. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, em xwe amade dikin. Têkoşîna min hêviyê dide min."

Hevala Tîjda ku li çiyayên Kurdistanê bi têr û tijî azadî jiya, ji ber ku xwedî jiyaneke ewçend bi rûmet a azadiyê bû, timî xwe bi şens didît.

LI DERGAHA FEDAIYAN

Tîjda dilxwaza çiyayên Kurdistanê ye. Armanca xwe diyar e; ji dil ve baweriya xwe pê tîne û bi vê têgihiştinê tevdigere. Bi zanebûn tevlî dibe. Vediguhere bedewiya guherîn, veguherîn û avabûnê. Dest ji jiyana ji bo xwe berdide, kesayeteke welê ye ku jiyana xwe diyarî jiyana azad a mirovahiyê kiriye.

Çiya gelek tişt lê zêde kir, wê jî gelek tişt li çiyê zêde kir. Li çiyayên azad ên Kurdistanê tevlî gelek karên cuda bû. Ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyên cidî; ji pêvajoyên cuda yên perwerdeyê derbas bû. Xwe hîn bêhtir nêzî heqîqetê kir. Dema bi hevrêyên xwe re derbas kir ji rêzê nebû; bi qîmeta her kêliyê zanî bû.

Di sala 2021'ê de ji qonaxeke nû derbas bû. Gihîşt asteke nû ya biryardayinê. Êdî wê li ser xeta fedaîbûnê bijiya û şer bikira. Wê jî banga azadiyê ya Zîlan bihîst. Zîlan êdî di dilê wê de ye. Fedakarî, ruhê fedaîtiyê di kesayetiya xwe de hîs dike.

Êdî li wê dergahê ye ku yên welê lê ne ku ewqasî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de jiyana xwe feda dikin. Zane ku bi fedaîbûnê dikare bibe xwedî jiyaneke hîn bi wate. Eger navê fedakarî, milîtanbûyîn û şoreşgeriyê li Kurdistanê Zîlanbûyîn be, navê wê yê din jî Tîjda Zagros e.

DERBASÎ QADA ŞER BÛ

Beriya derbasî qada şer bibe di dîmenekî de got, "Ji ber dilsoziya xwe ya bi hevrêyên şehîd û Rêbertî diçim." Anî ziman ku ji bilî serketinê ew tiştekî din qebûl nake û heta serketinê wê şer bike. Bi vê baweriyê li refên herî pêş ên eniyê cih girt. Di dema şerê herî giran de jî çepera xwe ti carî vala nehişt.

Li gel zor û zehmetiyan jî bi coş û rûkeniyê tevlî bû. Bi rengekî fedaî jiya û şer kir. Heta dawiyê dilsoz bû û xwedî ruhekî serhildêr û sekneke bi rûmet bû.

Çîroka wê ya jiyanê ya li bajarê Hamburg ê Elmanyayê destpê kir li çiyayê serhildêr ên Kurdistanê dewam kir. Ew êdî şervaneke leheng a Kurdistanê ye. Parêzvana pîvanên jiyana sosyalîzmê ye. Wêrekî, bawerî û ruhê xwe li çiyê neqişand. Ji ber vê yekê derbaskirina sînorên vê berxwedana esîl û gerdûnîbûyîn e.

Tîjda Zagros 29'ê Nîsana 2025'an li qada berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye.