'Muzîk yek ji amûrên têkoşînê ye'

Hunermendê Kurd Mesûd Gever ku piranî klamên dengbêjiyê distrê, diyar kir kaniya çand û hunera Kurdan dengbêji ye. Gever anî ziman ku muzîk yek ji amûrên sereke yên têkoşînê ye.

Dengbêjên Kurd ên nemir, çand û hunera Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. Kurdan muzîka xwe bi dengbêjiyê qêriyane û heta roja me ya îro hatiye.

Hunermendê Kurd Mesûd Gever ku piranî klamên dengbêjiyê distrê, der barê çand û hunera Kurdî de û girîngiya muzîka Kurdî û dengbêjiyê de bersiv dan pirsên ajansa me.

‘MUZÎK HERIKÎNA JIYANÊ YE’

Gever, dibêje di zaroktiya xwe de ji ber eleqederbûna ferdên malbatê yên ji bo dengbêjiyê re bandor li ser wî kiriye û dest bi karê hunerê kiriye. Gever da zanîn ku li gund dema şahî û dîlan çêdibûn bav û birayên wî tevlî şahiyan dibû û heskirina wî ya ji bo dengbêjiyê jî hîn zêde bû. Gever anî ziman ku bi taybet jî bandora herêmê li ser wî kiriye û wiha axivî: “Muzîk herikîna jiyanê bi xwe ye.  Ji bo erdnîgariyê, xweza, gul û sosinan av çawan be, ji bo civakê jî mûzîk heman tişt e. Li cihekî dema ku av tinebe, mirov nikare qala xwezayeke şîn û rengîn bike.  Civak û xweza xwe bi rengê muzîkê pênase dike. Muzîk zimanê civakê yê bingehîn e.”

‘MUZÎK YEK JI AMÛRA TÊKOŞÎNÊ YE’

Gever, di çand û hunera Kurdan de rola muzîkê nirxand û wiha pê de çû: “Muzîk ji bo Kurdan amûra sereke ya tekoşînê ye û xweîfadekirin e. Kurd hest, raman û bîrdoziya xwe bi muzîkê rave dikin. Kaniya çand û hunera Kurdan dengbêjî ye. Di dengbêjiya Kurdî de hemû aliyên civakê cihê xwe digire. Kurdan çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjên Kurd hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine û dîroka Kurdî zindî hiştine.”

‘BI AGIRÊ ŞOREŞÊ RE HUNER GEŞ BÛ’

Gever bilêv kir ku di saya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ya 40 salî de muzîka Kurdî zindî bû û ev tişt got: “Bi agirê şoreşê re çand û hunera Kurdan geş bû. Di wê demê de kilam, stran, helbest, şano û folklora Kurdî têr û tijî bû û xebatên dewlemend hatin afirandin. Di vê demê de li gel hemû pêşketina teknolojiyê re jî di muzîka Kurdî de xitimandinek heye. Divê muzîka Kurdî weke salî 90’î pêşengtiyê ji civakê re bike. Divê hunermend vegerin civakê û berê xwe bidin civaka xwe. Hunermend divê berdevkiya gel bike û ji daxwazên gel re bibe bersiv.”

KLAMÊN DENGBÊJIYÊ DISTRÊ

Gever bilêv kir ku piraniya xwe ew kilamên herêma Botan û Serhedê distrê û wiha got: “Yek ji kaniya çand û hunera Kurdan, dengbêjên Kurd yên nemir yên herêma Botan û Serhedê ne. Serhed û Botanê malovaniya wêjeya Kurdî ya ne nivîskî kiriye û heta roja me ya îro ev dewlemendî parastiye. Ez kilamên dengbêjiyê yên Botan û Serhedê distrêm. Hemû aliyên Kurdistanê xwedî dewlemendiyeke mezin ya çandê ne. Dîsan navendên girîng yên dengbêjiyê herêma Amed û Xerzan heye. Dengbêjî ti sînoran nas nake û dewlemendiyek bêdawî ye. Di dil û ruhê dengbêjên Kurd de evîna xaka welat hebû û bi vê evînê klam distrandin.”