Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Viyanayê bi dawî bû
10’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Viyanayê ku bi dehan fîlm lê hatin pêşandan bi fîlmên ”Sieger Sein" û "Berbû" bi dawî bû.
10’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Viyanayê ku bi dehan fîlm lê hatin pêşandan bi fîlmên ”Sieger Sein" û "Berbû" bi dawî bû.
Rojên Fîlmên Kurdî ku îsal cara 10’emîn li sînemaya Votivkino ya paytexta Awûstûrya Viyanayê di navbera 7-10’ê Mijdarê hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû. Di mîhrîcanê de berhemên sînemagerên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin pêşandan. Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Viyanayê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd Feykom a Awûstûryayê ve hat organîzekirin.
Fîlma Solîn Yûsif a bi navê “Sieger Sein” çîroka keçeke ciwan a ku weke penaber hatiye Elmanyayê û bi futbolê ji jiyana xwe ya rojane ya xedar dûr dikeve hatiye kişandin.
Di heman êvarê de fîlma Sevînaz Evdikê ya bi navê "Berbû" ku li ser daweteke di nava gengeşiya êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava ya sala 2019'an de ye, hat pêşandan. Piştî pêşandanê derhêner pirsên berşdaran bersivand.
MÎHRÎCAN BI “ROJBAŞÊ” DEST PÊ KIR
Di vekirina 7’ê Mijdarê de fîlmê Ozkan Kuçuk "Rojbaş" (2022) hat pêşandan. Roja din kurtefîlma Derya Deniz “Hêza” (2022) a ji şeş beşan pêk tê û ya Haşim Aydemir “Dema Dirîreşkan/Bogurtlen Zamani” (2021) hatin pêşandan. Roja şemiyê (09.11) Nadya Derwîs "Jinwar" (2024), Hêvî Nimet Gatar "Gotubêjin" (2024), Mano Xelîl "Cîran” (2021) û fîlmê Maria Laura Vasquez û Dersim Zêrewan "Lêgerîn" (2023) hatin pêşandan.
Tevahiya bernameyên mîhrîcanê bala temaşevanan kişand.