Louvereyê rekoreke dî da xwe: 10 milyon kesî serdana wê kirin

2018'an ji 10 milyonî zêdetir mirov serdana Mûzeya Louvre ya dîrokî ya li paytexta Fransayê Parîsê kirin.

Li gorî daneyên rêveberiya mûzeyê ji 10 milyonî zêdetir kesî serdana mûzeyê kriin. Ji bo mûzeyeke ku di hêla berhemên antîk û hunerên bedew de xwedî girîngiyeke navnetwî ye, ev eleqeyeke mezin e.

Midûrê Louvreyê Jean-Luc Martînez ji AFP'ê re axivî û got, ''Di dîroka xwe de cara pêşî û li gor min di dîroka mûzeyên dîrokî de cara pêşî ye ku ji 10 milyonî zêdetir kesî 2018'an serdana Louvreyê kirin.''

Mûzeya Louvreyê bi 10,2 milyon serdanvanî li gorî 2017'an (8,1 milyon) 25 ji 100'î li xwe zêde kir. 2012'an 9,7 milyon kesî serdana mûzeyê kirbiûn.
2017'an piştî Louvreyê 8 milyon kesî serdana Mûzeya Netewî ya Çînê kiribûn û di pey vê re New York Metropolitan Museum of Art hebû, ku 7,3 milyon kesî serdana wê kiribûn.

3 ji 4 parên serdanvanan biyanî ne. Ji 10 milyon serdanvanan 2,5milyon Fransiz bûn û ji tevahiya serdanvanan 565 hezar jê xwendayên dibistanan bûn.