Li Yewnanîstanê bêkarî di asta rekorê de ye
Li Yewnanîstanê bêkarî di asta rekorê de ye
Li Yewnanîstanê bêkarî di asta rekorê de ye
Li Yewnanîstanê, ku ev şeş sal in krîzeke giran a aboriyê dijî, rêjeya bêkariyê di meha Hezîranê de derket ji sedî 27,9'an û gihaşt asta rekorê. Bêkarî herî zêde bandorê li jin û zarokan dike.
Li gorî, servîsta stastîkan a Yewnanîstanê Elsat'ê, bêkarî herî zêde bandorê li jinan dike. Di nava jinan de rêjeya bêkariyê derket ji sedî 31,9, ev rêje di nava mêrdan de ji sedî 24,9 e.
Li vî welatî ji her 10 ciwanên di binê 24 salî dene, 6 jê bêkar in. Lê belê ji bo vê kategoriyê, rêjeya bêkariyê di nava mehekê de kêm bû.
Li Yewnanîstanê, ku ev şeş salin di resesyonê de ye, bi zexta Yekitiya Ewropa û ÎMF'ê, ev 4 salin polîtîkayeke tund a kêmkirina lêçûnan dimeşîne. Yewnanîstan, bi rewşa xwe ya heyî re, li herêma Euro welatê herî zêde lê bêkarî heye ye.
Rêjeya bêkariyê dê zêdetir bibe. Li gorî lêkolîneke salekê ya înstîtuya lêkolînên navendî ya sendîkaya GSEE, rêjeya bêkariyê dê heta dawiya salê bilindî ji sedî 29 an jî 30'î bibe. Ev rêje dê di sala 2014'an de derkeve ji sedî 31,5'an.