Li Tûnisê bi deh hezaran kesan xwestin hikûmet îstifa bike

Li Tûnisê bi deh hezaran kesan xwestin hikûmet îstifa bike

Li paytexta Tûnis Tûnisê bi deh hezaran mirov herikîn kolanan û bang li hikûmeta bi pêşengiya Partiya Ennahda ya Îslamperest kirin ku îstifa bike.

Bi wesîleya Roja 40. a kuştina lîderê Partiya Tevgera Gel a Mûxalîf Mûhammed Îbrahîmî, xwepêşandan hat lidarxistin û dirûşmên "Hikûmetek ji bo tevahiya Tûnisiyan" hatin qîrîn.

Di xwepêşandana bi organîzeya Eniya Gel (NSF) de bi deh hezaran kes li ber avahiya lê civînên komîsyona destûra bingehîn a nû dihat meşandin, lê ji ber bûyerên meha bihurî xebatên wê rawestiya, kom bûn û xwestin xebatên destûra bingehîn a nû dewam bikin.

Lîderê Partiya Tevgera Gel a Mûxalîf Mûhammed Îbrahîmî yê neteweperestê Ereb, di heman demê de endamê komîsyona nivîsandina destûra nû ya bingehîn bû.

Îbrahîmî lîderê duyemîn ê mûxalîf bû ku piştî hilweşîna dîktatoriya Zeynel Abîdîn bîn Elî, li Tûnisê hat kuştin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Welatparêz a Demokratîk û yek ji berdevkên Eniya Gel Şukru Belaîd jî, di sibeha 6'ê Sibatê de gava diçû kar rastî êrîşa çekdarî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Partiyên Belaîd û Îbrahîmî yên hatin kuştin Partiya Welatparêz a Demokratîk û Partiya Tevgera Gel du ji 12 partiyên Eniya Gel a mûxalîf bûn.

Mûxalîf ji kuştina her du lîderan Partiya Ennahda ya Îslamperest a li deshilatdariyê berpirsyar dibîne. Hikûmet jî îdîa dike ku sûîkastên mijara gotinê, karê Salafîstên radîkal e.

Eniya Gel a mûxalîfan, tevî kuştina mûxalîfan her weha ji rêveçûna nebaş a aboriyê jî hikûmetê berpirsyar dibîne.

Eniyê di rojên dawî de çalakiyên xwe yên protestoyî zêde kir û ragihand ku ewê di rojên pêş de çalakiyên xwe mezintir bike.

Partiya hikûmetê jî bi çalakiyên piştgirîdayîna hikûmetê bersivê dide protestoyên mûxalîfan. Di xwepêşandanên meha Tebaxê li gelek bajaran hat lidarxistin de dirûşmên "Ji hikûmetê re rewabûn" hatin qîrîn.

Kabîneya Serokwezîr Elî Larayedh nexşeyeke rê li ser mûxalîfan ferz dike ku heta dawiya salê hilbijartinên giştî û serokdewletiyê pêk werin. Mûxalîf jî weke şert destnîşan dike, ku divê dawî li êrîşa tinekirina mûxalefetê ya bi destûra bingehîn a nû re bê anîn.

Partiya Ennadha, bi hilweşîna dîkatator Zeynel Abîdîn bîn Elî re di Çileya sala 2011'an de bi hilbijartinan de hatibû ser deshilatdariyê. Di meha Sibatê de piştî lîderê mûxalîf Şukru Belaîd hat kuştin, hikûmetê neçar ma îstifa bike.

Lê belê, ji ber ku hikûmeta nû ya bi lîderiya Partiya Ennahda sozên da bi cih neanî û di ser de lîderê mûxalîf Îbrahîmî hat kuştin, tengezariya siyasî ya li welêt zêde bû.