Li Qahîreyê li dijî wesaîtên polîsan êrîş: 38 mirî

Li Qahîreyê li dijî wesaîtên polîsan êrîş: 38 mirî

Li paytexta Misir Qahîreyê, di dema veguhestina xwepêşandanên hatin binçavkirin li girtîgehên cûda de, bûyer qewimîn û di encamê de 38 girtî jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Karên Hundur a Misirê da îdîa kir ku dema xwepêşandêrên hatine binçavkirin xwestine ji Girtîgeha Ebû Zabel a li bakurê Qahîreyê birevin, bûyeran rû dane. Wezaretê îdîa kir ku li ser dîlgirtina polîsekî pevçûn derketiye û diyar kir ku di pevçûnê de yên hatine binçavkirin fetisîne.

Çavkaniyekî ewlekariyê jî ji Reutersê re peyivî û da xuyakirin ku ji ber hejmareke zêde girtî li wesaîteke veguhestina li girtîgehên cûda kirine, di hundurê wesaîtê de bê hewa mane, fetisîne û jiyana xwe ji dest dane.

Navgînên çapemeniyê yên alîgirên artêş-rêveberiyê ne, ev bûyer weke "Di êrîşa li dijî wesaîtên polîsan de pevçûn derket" weşandin. Û der heqê birîndaran de ti daxuyanî nehat dayîn. Hin çavkaniyan jî ragihandin ku xwepêşandêr ji aliyê polîsan ve bi awayekî komî hatine kuştin.