Li Kobanê 3. komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî pêk tê

Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Eywana Newroz a bajarê Kobanê bi beşdarbûna gelek kesayet û partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û nûnerên ji muxalefta Sûriyê ya derve û hundir, pêk tê.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Eywana Newroz a bajarê Kobanê bi dirûşma "Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve" organîze kir.

Ji hundirê Sûriyê kesayetên siyasî, serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ji hêzên muxalefetê yên hundirê Sûriyê wekî Partiya Îradeya Gel, Komeleya Celadet Bedirxan, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Kutle Wetenî ya Demokratîk, Şepêla Mecd a Sûriyê, Şepêla Niştîmanî ya Demokratîk ji bo Ilmaniyê, Partiya Demokratîk a Civakî, Komîteya Xebata Niştimanî, Şepêla Guhartinên Aştiyane, êlên Ereban, Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk, Partiya Ciwanan, Partiya Sûriyê ya Neteweyî ya Civakî û gelek rêxistin û partiyên din tev li diyalogê bûn.

Ji derveyî Sûriyê jî  nûnerên ji Şepêla Çepgir a Şoreşger, Partiya Destûrê ya Sûriyê, Navenda Esbar a Lêkolînên Stratejîk, Şepêla Sûriyê ya Sererastkirinê, Şepêla Niştimanî ya Azad û serokê berê yê Itilîfa Wetenî ya Hêzên Şoreşê û Muxalefetê Besam El-Melk beşdarî diyalogê bûne.

Her wiha Hevserokê Meclisa Sûriyê Demoratîk Riyad Derar û Emîne Umer, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Ilham Ehmed û 132 delege tevlî diyalogê bûn.

Piştî bîranîna şehîdan, Emîne Umer axivî û bi xêrhatin beşdaran kir û got armanca wan ji vê hevdîtinê yekbûna nêrîna çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar di komxebatê de axivî û  işare li ser dema hevdîtina diyalogê û têkçûna DAÎŞ'ê kir û got, "Bi lidarxistina diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn, dema serkeftina li ser terorê ye û bidawîbûna DAÎŞ'ê li Baxozê ye. Lê êdî ji şûn ve divê em li pey şaneyên wan bikevin, ji ber wê bibin asteng da ku jehra wan di tarîtiyê de belav nebe."

Diyaloga sêyemîn bi dirûşma "Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” bi beşdarbûna 132 kesayetên siyasî û mafparêz ji opozîsyona ji derve û hundirê Sûriyê, her wiha nivîskar û rojnemevanan tê lidarxistin.

Derar di nava axaftina xwe de wiha got: "Têgeha nenavendîbûna demokratîk divê bê naskirin, ew sîstemeke siyasî tê de civandina nenavendî bi demokratîk re ye, ji bo ku gel bibe çavkaniya hikumetan û gel bikare hikuma xwe bi xwe pêk bîne, ew yek jî bi rêya nûnerên herêman e.”

Riyad Derar destnîşan kir ku welat di merheleyeke zehmet re ji aliyê hêzên desthilatdar ku dixwestin şerê neteweperestiyê ferz bikin, derbas bû.

Tê payin, piştî axaftinan beşdar destûr û rêgezên destûra Sûriyê ya esasî û nexşereya çareserkirina aloziya Sûriyê, nîqaş bikin.

18`ê Tîrmeha 2018`an, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya yekemîn li dar xist û 2 rojan dewam kir. 28`ê Mijdara 2018`an jî, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya duyemîn li dar xist û wê jî 2 rojan dewam kir.