Li gîrtîgeha Kurkçulerê nahêlin ku bi Kurdî biaxin

Parêzer Tugay Bek: ‘’Qerdiyan destûr nedane ku girtî di navbera xwe de bi Kurdî biaxivin û gotine, ‘li vir tenê bi zimanê fermî hûn dikarin biaxivin.’’

Serokê Komîsyona Çavdêr a Girtîgehan a Baroya Edenê  Parêzer Tugay Bek got li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F’yê dema ku girtî di navbera xwe de bi Kurdî diaxivin qerdiyan destûrê nadin wan û dibêjin, ‘li vir tenê bi zimanê fermî hûn dikarin biaxivin.’’

Bi Rewşa Awarte re tehde û êşkenceya li girtîgehan a li ser girtiyan zêdetir dibe, binpêkirina mafan  li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edene Kurkçulerê, li Kampûsa Tarsûsê zêdetir dibe. 13 girtiyên jin ên li Tîpa T a Girtîgeha Tarsûsê ya Jinê bi daxwaza pêkanîna mafên yasayî ji 15’ê Tebaxê ve di girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtiyên di girêvê de ne mafên wan têne binpêkirin, her wiha qerdiyan jî êrîşê dibine ser wan.

 ‘LI DIJÎ LÊGERÎNAN ÊŞKENCE ODEYA BI SINGÊRÊ’

Mahsûn Gunsel ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Kurkuçuler Edene de girtî ye, bi rêya malbata xwe diyar kir ku bi rengekî kêfî her roj bi kûçikan li koxuşan digerin û girtiyên ku li dijî van girtinan derdikevin wan tazî dikin, dixine odeya bi singêrê û li wan dixin. Gunsel got, ‘’Kî li dijî lêgerînan derkeve wan dibine odeya bi singêrê û êşkenceyê li wan dikin. Li vir me tazî dikin, pêşî avê bi ser me de dikin; bi vî rengî me dibine koxuşê. Di nav xwarinan de tije mû hene. Tim avê ji ser me qut dikin. Her roj mafan binpê dikin.’’

 ‘BI BHQ’YAN XISTINA DI HICREYAN DE BÛ QANÛNÎ’

Heftiya bihurî Serokê Komîsyona Çavdêr a Girtîgehan, a Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek li ser binpêkirina mafan bi girtiyan re axivî. Bek got Denîz Ozdemîr ku ji 9’ê Adarê ve bi rengekî ne hiqûqî di ‘yek hicreyê’ de dibîne û ji 8’ê Tebaxê ve bi gotina ‘îfadeya te heye’ ew derxistin û birin Dîcle ya Amedê, piştî ku 8 rojan li Qereqaola Jandarma ya Dîcleyê û 3 rojan jî li Gîrtîgeha Tîpa D ya Amedê mayî dîsa anîne Girtîgeha Tîpa F a Kurkuçuler a Edeneyê. Bek got, ‘’Denîz Ozdemîr ev salek e bi rengekî derqanûnî di yek hicreyê de tê hiştin. Niha bi BHQ ya bi nimroya 671’an êdî ev pêkan bûye, bûye yasayî. Ev kirinên ku bi BHQ’yan qanûnî bûne dewam dikin.’’

 ‘POLÎTÎKAYA SÎSTEMATÎK A RAGEŞIYÊ DIDOME’

Bek got li girtîgehan binpêkirina mafan didome û bi berdewamî diyar kir ji hêla rêveberiya girtîgehê ve bi rengekî sîstematîk polîtîkaya rageşiyê tê domandin: ‘’Radyoyan nadin girtîyan. Mehkûman xwestine ku daxwaznameya ‘Selahattîn Demîrtaş ne terorîst e’ bidin girtîgehê. Lê rêveberiya girtîgehê ev name nestandine’ û wiha pê de çû: ‘’Girtiyan formaya Amedsporê xwestine. Lê bi hewldana mehekê ya girtîyan ev dane wan. Girtiyê bi navê Bariş Çîmen dema ku birine revîrê kelepçe ji paş ve lêxistine. Tiştên ku nasên girtî danê winda bûne. Dema ku girtî diçe nexweşxane ji ber ku deriyê bihistyar dixwîne qerdiyanan xwestine ku şalê xwe ji xwe bike. Dema ku ji xwe nekiriye jî qerdiyanan ew nebirine nexweşxaneyê. Qerdiyan destûr nedana ku girtî di navbera xwe de bi Kurdî biaxivin û gotine, ‘li vir tenê bi zimanê fermî hûn dikarin biaxivin’. Bi vî rengî asteng dikin ku girtî bi hev re bi Kurdî biaxivin. Qerdiyan bi kûçikan diçine odeyan lêgerînan dikin. Kûçik pê li sicadeyê dikin. Polîtîkaya rageşiyê ya li girtîgehan ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tê birêvebirin.’’