Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Fûara Pirtûkan a Wanê weşanên bi Kurdî hatin qedexekirin

Di Fûara Pirtûkan a Wanê de ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li dar dixe ya ku hatibû xespkirin, weşanên bi Kurdî hatin qedexekirin.

Fûara Pirtûkan a Wanê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li dar dixe ya ku di dema destê DBP’ê de bû hatibû xespkirin, li Navenda Fûar û Kongreyê ya EXPO a Rojhilata Navîn hate vekirin. 150 weşanger tevlî fûarê bûne û bi deh hezaran pirtûk hene. Rayedarên şaredariyê danasîn û firotina pirtûkên bi Kurdî qedexe kirin.

Xwînerên ku ji bo kirîna pirtûkên bi Kurdî çûn fûarê, dîtin ku pirtûkên Kurdî hatine qedexekirin. Ji xwîneran re hate gotin ku “Rayeya me tuneye ku em karibin di vî warî de daxuyaniyê bidin.”