NÛ BÛ

Bernameya 'Dilê Çiya' her Şemiyê di Stêrk TV de

Bernameya bi navê 'Dilê Çiya' ku qala jiyan û têkoşîna li tunelên şer dike, her Şemiyê saet di 20:00 de di Stêrk TV de tê weşandin.

TUNELÊN ŞER

Bernameya bi navê têkoşîn û jiyana li tunelên şer her Şemiyê saet di 20:00 de li Stêrk TV tê weşandin.

Zanayekî gotibû; ‘’Min tu di dilê çiyayan de veşart.’’ Welatê xwe û eşqa welat bi vî rengî pênase kiribû. Kurd çiyayî ne, evîndarên çiya ne… Em jî li dû rêça evînadaran çûn çiyayan û em li wê evîna ku di dilê çiyayan de hatî veşartin, geriyan.

Ev, amadekariya bernameyeke taybet a çapemeniya azad a li li çiyayên Kurdistanê ye. A rastî me hewl da ku em berhemeke weke belgeselekê amade bikin. Me dît ku di kanalên propogandayê yên şerê taybet de  ji bo reşkirina têkoşîna gerîlayan derheqê tunelên şer de gelek nûçe û agahiyên şaş hene. Her wiha ji ber ku heya niha zêdetir li ser şer û pevçûnan bername hatine amadekirin gelek tiştên ku gelême mereq dikin hene û agahiyên derheqê wan de gelekî kêm in. Û di çapemenî/înternetê de agahî û dîmenên têkildarî tunelên şer ne ji sedî 1’ê rastiyan e jî. Di van tunelên şer de dewlemendiya hizrî, zîrekiya însanan, kûrahiya fêmkirina şoreşê, îradeya xeta Apoyî, germahiya hevrêtiyê, morala gerîlayan, awayên jiyan û têkoşîna gerîlayan… Cîhaneke efsûnî heye. Gerîlayan nexwest hin cihan û xebatan nîşan bidin, her wiha destûr nehat dayîn ku em li nêzî hin cihan jî bibin.  Çimkî di têkoşîna gerîlayan de, di şerê nû de hin sirên leşkerî hene û me jî israr nekir ku em bikevin li her derê û dîmena hemû tiştan bigirin.

Pêvajoya kêşan û amadekariya vê bernameyê sê demsalan berdewam kir. Me di vê pêvajoyê de şahidiya geşedanên dîrokî yên weke 12’emîn Kongreya PKK’ê kir û ew jî belge kirin. Helbet mijara vê bernameyê ne ev in lê belê ev geşedan bûn sedema dirêjbûna vê pêvajoyê. Di tevahiya bernameyê de me gelek caran ji hevalên gerîla piştgirî stand. Carna ji bo me ronahî girtin, carna kamerayên me hilgirtin û carna jî em bi wesayîtên me birin hin cihan. Carna jî beriya me tev geriyan di mesafeyên dirêj de rêberiya me kirin, bi vî rengî me karî em bi awayekî ewle bernameya xwe amade bikin… Di vê bernameyê de keda bi sedan gerîlayan heye, lê belê mixabin ku em ê hemûyan nîşan nedin û navên wan bi bîr neynin. Hin hevalan xwestin rû û navên wan neyên dîtin, me jî rêz li vê biryara wan girt. Ji niha ve em spasiya hemû hevalên ku ked dane dikin.

Bi qasî ji destê me hat me bi suhbetên kurt, dîmen û xwezayiya jiyana gerîlayan nîşan da. Me hewl da ku em cih bidin hemû axaftinên têkildarî xebatên her gerîlayan,  bersivên wan ên pirsên me û dîmenên wan. Gelek caran beriya bernameyê beyî agahdarkirina hevalan me mîfrofona xwe dirêjî wan kir. Mala wan ava hemûyan jî ev daxwaza me qebûl kir û pirsên me bersivandin… Me nekarî em hemû dîmenan bigirin; hin dîmen ji aliyê gerîlayên ji me dûr ve ji me re hatin şandin, hin dîmen yên hevalên şehîd bûn û hin jî hûrgiliyên têkildarî jiyana wan bûn. Me ji çapemeniya HPG’ê jî gelek dîmen girtin, em spasiyên xwe li wan hevalan jî dikin.

Em hêvî dikin ku ev bername wê tunelên şer û hin mereq, nêrîn, hest û seknên gerîlayan raxin ber çavan… Me ev pirs ji xwe kirin; Gelo di dilê çiyayan de çi heye? Em ê çi bibînin? Me dît ku di dilê çiyayan de; fedekarî, hişmendî, ked, zanatî, afirînerî, xweşikî, perwerde, heqîqet, evîn, ruhê azadiyê, serkeftin û huner heye.