Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû, hat berdan
Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû û 8 caran tehliyeya wî hatibû taloqkirin hat berdan.
Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû û 8 caran tehliyeya wî hatibû taloqkirin hat berdan.
Çetîn Arkaş ê di salên 2013-2015’an di “Pêvajoya çareseriyê” de di Sekreteryaya Îmraliyê de cih girtibû, ji Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) dihat ragirtin, hat berdan.
Çetîn Arkaş ji sala 1992’an ve li girtîgehê dihat ragirtin. Li gel ku cezayê wî qediyabû jî Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tehliyeya wî 8 caran bi hinceta“başhalî” asteng kir.
Parêzerên Arkaş îtiraza biryara lijneyê kir. Piştî biryara Dadgeha Înfazê, Çetin Arkaş ji Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) ku lê dihat girtin, hate berdan.
ÇETÎN ARKAŞ KÎ YE?
Di sala 1992’yan de li Ispartayê hate girtin û piştre li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGM'ê bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" biryara cezayê muebbedê lê birî. Çetîn Arkaş di “pêvajoya çareseriyê” de di 15’ê Adara 2015’an de ji bo “erka sekreteryayê” sewqî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hate kirin. Arkaş li vê girtîgehê 9 meh û 10 rojan ma û piştre di 16’ê Kanûna 2015’an de sewqî Girtîgeha Marmarayê hat kirin.