Li Fete de l’Humanite Kurdan dest bi kampanya komkirina îmzeyan kirin
Li Fete de l’Humanite Kurdan dest bi kampanya komkirina îmzeyan kirin
Li Fete de l’Humanite Kurdan dest bi kampanya komkirina îmzeyan kirin
Yek ji hevdîtinên giring yên Fransayê Fete de l’Humatine duh li parka Courneuve yê dest pêkir. Di seatên serê sibê de li Parîs û derdora wê bi hezaran kes meşiyan qada şahiyê. Li rexmê hewaya bi baran jî lê dîsan eleqeya zêde ya gel, standên cihê şahiyê dagirt.
Fete de l’Humanite ya ku îro û sibê wê dewam bike hejmarekî zêde ya kurdistaniyan beşdar dibin. Standa ku bi armanca nunertiya komeleyên Kurd yên li Parîsê vedibe di danasîna çand û nasnameya Kurd tê kirin.
Di şahiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gele îmze tên komkirin. Di roja yekem de di ser 17 hezarê re îmze hatin komkirin.
Di standa kurdan de wêneyên hersê jinên Kurd yên şoreşger ku di 9’ê Çile de li Parîsê hatibûn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylamez hatin daliqandin. Di standê de pankartên ji bo cinayetên ne diyar jî hatin daliqandin û di standê de ji bo Cansız, Dogan û Şaylemez goşek hate veqetandin.
ÎRO WÊ MEŞEK WERE Lİ DARXİSTİN
Di standa kurdî de duh mûzîk hatin guhdarkirin, kampanya îmzeyan hat li darxistin û danasîna çandê hat kirin. Îro jî bi armanca runîkirina komkujiya Parîsê wê di qada şahiyê de meşek were li darxistin.
Li aliyê din jî Piştevaniya Komeleya Kurd ya Fransa Fete de l’Humanite avakirina wê hate ragihandin. Komeleya Piştevaniya Kurd ya Fransa bi serkêşiya dostên kurdan ku di mehên burî de hatiye damezrandin wê dîroka wê ya sazîbûyînê di 9’ê Çile bê dayîn.
Wê xwebatên yekem yên komeleyê zelalkirina hêzên veşartî yên destê wan di nav komkujiya Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez be. Di şahiya avakirina komeleyê de bi kokteylekê hate ragihandin. Dayik û babên Fidan Dogan, parlementa Ewrupayê ya endama Koma Çep Marîe-Christine Vergia , endamên FKP û nunerên saziyên kurdan beşdar bûn.
Babê Fidan Dogan Hasan Dogan ku piştî Jean mafê axaftinê girt, diyarkir ku ew weke babek birîndar avakirina vê komeleyê pir bi wate dibîne.