Li Elmanya di êrîşeke bi çek de 6 kesên ji heman malbatê mirin-NÛ BÛ

Li Elmanyayê di êrîşeke bi çek a li Rot am See ya dikeve başûrê rojavayê wekat, 6 kes mirin.

Polîsên Aalden ragihand ku di êrîşê de 6 kes mirine û êrîşkar hatiye girtin

Hate ragihandin ku gelek kes jî birîndar bûne, dîsa  kesên êrîş kirine hev nas dikin. Polîsan hê agahiyên berfirehtir nedane.

Êrîş li derdorî gara Rot am See ya xwedî nifûsa 5 hezar û 200 kesî ku dikeve nêzî bajarê Heîdelberg a eyaleta Bad-Wûntenberg saet derdorî 12:45'an pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Bîld kesên mirine hemû ji heman malbatê ne. Heman rojnameyê aghaî da ku êrîşkar sala 1983'an hatiye dinê. Ajansa DPA jî ragihand ku êrîşkar bi tena serê xwe bû, li ser hevkarên wî yên êrîşê jî ti agahiyek neda.