Li Efxanîstanê 10 sivîl bûn qûrbanên êrîşa NATO

Li Efxanîstanê 10 sivîl bûn qûrbanên êrîşa NATO

Li Efxanîstanê di encamê êrîşa balefirên bê mirov yên girêdayî NATO’ê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

 NATO ragihand ku wan di 7’ê Îlonê de êrîş kirine ser endamên Talîbanê, lê li gorî daxuyaniya karbidestên Efxanî di vê êrişê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşa ku li herêma Kuran  pêk hatî de maşînekî sivîlan hatiye tune kirin. 

Li gorî polîsên ji herêmê ragihandin, “maşîna ku tê de sivîl hebûn ji aliyê Balafirên bêmirovan ve hatiye lêdan.” Hat piştrast kirin ku di vê êrîşê de 10 jê sivîl, 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Waliyê herêmê Shujual Mulk Jalala ragihandî di êrîşê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Lê li gorî NATO di êrîşa li dijî Talîbanna de ti sivîl ne hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya NATO'yê, “ êriş li ser herêma Kunar ku lê hêzên Koalisyonê hatine destnîşankirin pêk hatiye.”