KONGRA GEL: Têkoşîna herî stratejîk li qada çand û ziman e

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL diyar kir ku dewleta Tirk dijminê hebûna Kurdan e û got, "Pêwîst e li hemberî vî dijminê sereke, di hemû qadên jiyanê de tekoşîneke bi hêz û berfireh bête meşandin. Ji van qadan yekî herî stratejîk jî ziman û çanda Kurdî

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama KONGRA GEL de hate gotin, "15'ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye, ji gelê Kurdistanê re pîroz be. Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke pir girîng e. Ziman, hebûn û nasname ya gel e. Azadiya zimanê Kurdî, azadiya gelê me ye. Li hemberî siyasetên dewletên dagirker, kesên ku bi xebat û bi tekoşînên xwe zimanê Kurdî xwedîderketine, parastine û pêşxistine, em bi wesîla roja Cejna Zimanê Kurdî hemûyan bi rêzdarî bibîrtînin.

'BI TEVGERA AZADIYÊ RE LI KURDISTANÊ ZANÎN Û XWENASÎN PÊK HAT'

Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’an de dema ku cara yekemin bi tîpê latînî kovara ‘Hawar’ derxist- ku ew roj e buye roja Cejna Zimanê Kurdî- dibêje “ziman zanîne, zanîn jî xwenasîn e”. Rexmê siyaseta komkujiyê ku li ser gelê me hê jî têmeşandin, bi tekoşîna Tevgera Azadiyê di nav gelê Kurdistanê de zanîn û xwenasîn pêşket."

KONGRA GELl destnîşan kir ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn girêdayî pêşketinên têkoşîna azadiyê, feraseta xwenasîn û xwebûnê li ser bingeha civaka azad û neteweya demokrat xwe rêxistin kir û di herêmê de bû hêzeke sereke.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev rewş; li qada ziman, perwerde û hemû beşên civakê pêşketinên mezin çêkir.

'TÊKOŞÎNA HERÎ STRATEJÎK LI QADA ÇAND Û ZIMAN E'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dewletên dagirker lê belê taybetî jî dewleta Tirk, pêşketinan ji bo xwe xeter dît û ji ber vê yekê jî ket nav tirseke mezin. Li ser vî esasî jî bi hemû derfetên xwe hewldide ku bi şerekî qirêj û taybet, pêşketin û destkeftên gelê Kurd têk bibe. Sedemê vê siyaseta dewleta Tirk ne ji hêzbûna wê ye, berovajî di hemû deman zêdetir naha di nav krîzeke pir giran de ye, rejîma faşist ber bi rewşeke têkçûnê de ye, bi van êrişan dixwaze pêş têkçûna xwe bigre.

Dewleta Tirk ne tenê ji bo Bakûr, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê dijminê sereke ye. Dijminê hebûna me ye, dijminê hemû nirxên me ye. Pêwîst e li hemberî vî dijminê sereke, di hemû qadên jiyanê de têkoşîneke bi hêz û berfireh bête meşandin. Ji van qadan yekî herî stratejîk jî ziman û çanda Kurdî ye.

Li hemberî dijmin di hemû qadên jiyanê de pêwîst e em gel û civaka xwe hêz bikin. Ji van qadan yeke herî pêwîst jî zimanê dayîkê ye. Pêwîst e her kes ji xwe destpêbike zimanê dayîka xwe fêrbibe û derdorê xwe jî fêrbike. Zimanê dayîkê bingeha çand û ruhê netaweyî ye, pêşxistin û perwerda zimanê Kurdî, têkbirina siyaseta pişaftinê ya dewleta dagirker e.

Em bi wesîla Cejna Zimanê Kurdî ji gelê xwe re bang dikin; ew dijminê ku dixwaze hebûna gelê me tune bike, bi hemû derfetên xwe êrişî nirxên gelê me û bîrûbaweriyên me dike, ji bo bersîva dijmin berî her tiştî pêwîst e em xwe, malbata xwe û derûdorê xwe ji zimanê dijmin rizgar bikin, zimanê dayîka xwe fêr bibin û qise bikin. Pêwîst e her welatparêzekî Kurd viya wek erkê xwe yê sereke bizane û pêk bîne."

Li ser vî esasî em car din Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin, kesên ku ji bo perwerda zimanê Kurdî ked didin xebatên wana silav dikin û serketinê dixwazin."