Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

TJK-E’yê têkildarê xebatên li ser têkiliyên derveyîn di 3-4’ê Hezîranê de bi tevlêbûyîna 50 delegeyan li bajarê Basel ê Swîsreyê konferans li dar xist.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), têkildarê xebatên li ser têkiliyên derveyîn 3-4’ê Hezîranê bi tevlêbûyîna 50 delegeyan li bajarê Basel ê Swîsreyê konferans li dar xist. Ji seranserê Ewropayê ji 6 welatan 17 pêkhate tev li konferansê bûn. Di konferansê li ser konfederalîzma jinan a cîhanê, akademîbûn di xebatên têkildarê têkiliyên derveyîn de û avakirina pergalê û wd. niqaş li ser mijarên giring hat kirin û biryar hatin dayîn. Têkildarê qetilkirina jinan li Parîsê, plansaziyeke çalakiyan ji 25’ê Mijdarê ta bi 9’ê Çileyê hat kirin.

Komîsyonên têkiliyên derveyîn ên girêdayê meclîsên jinan ku di xebatên ku tev li xebatên têkiliyên derve dibin, Kongra Star, Meclîsa Jinên Êzidî, Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), JXK û torên jinan ên di çarçoveya xebatên enternasyonel de ava bûne, tev li konferansê bûn.

BI TORÊN DERVEYÎ PERGALÊ DANXUYAKIRINA BERXWEDANÊ

Konferans, ji çar rûniştinan pêk hat. Rûniştina yekemîn, nirxandin li ser polîtîkayên baviksalariyê yên li ser berxwedana jinan hat kirin. Hat destnîşankirin ku divê hewila avakirina pergalên torên jinan ên derveyî pergalê û danxuyakirina van toran zêde bibe.

Di rûnistina duyemîn de mijarên avakirin, mezinkirin û berdewamiya xebatên têkiliyên derve yên jinan hatin nîqaşkirin. Di heman demê de hate destnîşankirin ku divê torên di eksena paradîgmaya tevgera jinê de hatine avakirin, ji komên hevgirtinê zêdetir weke parçeyek ji giştî werin dîtin.

Di rûnistina seyemîn de li ser mijarên enformasyon, lobiya alternatîf û konfederalîzma jinan a demokratîk a cihanê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan, di atolyeyên hatine çêkirin de nîqaş hat kirin ku ev perspektîf wê çawa şênber bibin.

BIRYARÊN HATINE GIRTIN

Di rûnistina çaremîn de jî biryar hat dayîn ku di xebatên têkiliyên derve yên jinan de pêvajoyeke pêngavî wê were destpêkirin. Di konferansê de biryar hat girtin ku ji bo meclîsên jinan û torên ku hatine avakirin, pêvajoyên hevbeş bên destpêkirin, kampanyaya bi navê ‘Ji Ocalan re hezar deng’ were birêxistinkirin, akamediya têkiliyên derve yên jinan were avakirin, xebatên ku rewşa jinên Kurd ên li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Grî Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bixe rojeva saziyên navneteweyî, werin birêxistinkirin.