'Komên amator muzîka Kurdî dagir kirine'

Muzîsyen Azîz Arslan diyar kir, komên amator ên ku bi qareqar stranên Kurdî distirên ji xwediyê wan stranan bêhtir tên guhdarîkirin û got, komên bi vî rengî muzîka Kurdî dagir kirine.

Muzîka Kurdî li dijî gelek êrîşan her xwe parastiye. Tevî vê yekê jî bi bandora çanda populer stranên Kurdî li kolanan ji aliyê stranbêjên amator ve tên gotin. Ev komên amator bi taybetî li kolana Taksîm Îstîklalê tenê bi bikaranîna gîtarê distirên û wan jî di medya civakî de diweşînin. Tevî ku xwediyên rastî yên van stranan li Youtube'yê gelekî kêm tên guhdarîkirin, ev komên amator ji aliyê bi milyonan mirovî ve tên guhdarîkirin.

Muzîsyen Azîz Arslan qala zêdebûna komên amator û bandor û zerara wan a li muzîka Kurdî kir. Li gorî Arslan tespîtkirina vê yekê zehmet e lê belê nerast e ku mirov ji tişta ew dikin re bêjin muzîk.

Arslan got, "Dema ku vê yekê dibêjim, mebesta min ne biçûkxistina karê wan e. Ez dibêjim, muzîka ku ew dikin li gorî standartên dinyayê muzîkeke lawaz e. Dibe ku ev rexne gelekî tund be, lê bi dîtina min divê êdî em tehemûlî vê yekê bikin. Her ku em bi rengekî xweşbîn nêzîk dibin, rewş hîn qirêj dibe."

Arslan anî ziman ku ew komên amator bi qareqar stranên Kurdî distirê û got, "Ya herî metirsîdar jî ew e ku vê yekê li medya civakî diweşînin. Bi vê yekê re bandor li gelek kesî kirin. Rewşeke ecêb e. Eger em jê re bêjin, 'nebaş e', hingî bi milyonan mirov lê guhdarî dikin. Hingî em ê vê girseyê çawa binirxînin? Min li înternetê lê temaşe kir, stranên Kurdî yên kevneşop bi çend akort, çend notayan bi qareqar gotine, lê belê 8 milyon mirovî li wan guhdarî kirine."

Arslan got, "Divê mirov êdî der barê mijarê de bifikirin. Divê baş bê analîzkirin ku mirov dixwazin li çi guhdarî bikin."

Arslan destnîşan kir ku çanda populer bandor li muzîka Kurdî kiriye û got, "Guhê me li ku be berê me jî piştre diçe wê deverê be. Eger muzîka dinya rojava bandor li me kiribûya wê muzîka me niha cudatir bûya. Bi dîtina min ev meseleyeke ku dikare di nava saziyan de bê çareserkirin."

Arslan destnîşan kir ku komên amator muzîka Kurdî dagir kirine û got, "Bêguman neheqî ye ku mirov bar hemûyî biavêjin ser milê wan. Di mijara daxwaza guhdaran de divê em jî barê dikevin ser milê xwe bikin û baş bibînin ku mirov dixwazin li çi guhdarî bikin."