Koma Berxwedan nerazîbûn nîşanî dizekiya MHP'ê da

Koma Berxwedan nerazîbûn nîşanî MHP'ê da ji ber ku muzîka strana wan a bi navê "Kurdistan" weke strana xwe ya hilbijartinê bi kar tîne.

Koma Berxwedan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, di her dema hilbijartinê de tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji bo dengê gelê Kurd û mûxalefetê desteser bike serî li her şêwe zext û hîleyan dide û hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, şirîkê tifaqa faşîst MHP a nîjadperest, bi bûyereke nû ya diziyê careke din ketiye rojevê û hate gotin, "MHP a faşîst û nîjadperest, strana 'Bihuşta Cîhanê Kurdistan' a albûma 'Amed' a koma me diziye ku gotin û muzîka vê stranê ya hevalê me Seyîdxan e û sala 1991'an derket. Berhema 'Bihuşta Cîhanê Kurdistan' dizî û ji aillyê stranbêjekî ku rûreşiya hurmendan e weke strana hilbijartinê ya MHP'ê tê bikaranîn. Gelê me û dostên me yên muzîkhez ev dizîtî zevt kirine.

Ev kesê ku karê wî dizî ye, ji aliyê gelê me û raya giştî ve tê zanîn. Strana 'Olurum Turkiyem' jî ku MHP a nîjadperest di hilbijartinên beriya niha de bi kar dianî, strana 'Dayê dayê' ya muzîsyenekî ji Cizîra Botan e ku sala 1987'an hatiye gotin."

Ji albûma Koma Berxwedan a sala 1991'ê strana "Bihuşta Cîhanê":