KNK û KON-MED'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

"Pêwîste em rê nedin ku kiryarên bişavtina zimanê kurdî serbikevin, di vî warî da divê em Kurd yek deng, yek dil û yek helwest bin."

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê û Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyam weşandin û cejn pîroz kirin.

KNK: ZIMANÊ ME HEBÛN Û NASNAMEYA ME YE

KNK'ê diyar kir ku gelê Kurd bi sedan sal in bi domandina hebûna xwe, têkoşîna xwe xurt dike û destnîşan kir ku di vê prosesa têkoşînê de çepera parastina ziman her tim li pêş bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dagirkeran ji bo têkbirin û helandina gelê kurd, ji bişavtina zimanî dest pê kirin û pilanên asîmîlasyonê wekî makîneya herî  dijwar bi kar anîn. Lê dewlet serê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê û cangoriyên wê, pêşengên kurdan, Dayikên perwerdekarên nifşan, dilsojên ziman û wêjeya kurdî, hewlên helandin dijminan sernegirtin. Zimanê şirînê Kurdî di nava şert û mercên pir zehmet de li ber xwe da û li ser lingan ma û hîn jî dijî.

Bi bizav û xebatên parastina zimanê xwe, gelê Kurd di serî da hebûna xwe parast û xwe jînde hişt û xwe gihande roja îro. 

Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - KNK ê, bi giyanê berxwedan û berdewamîdana xebatên vejandina zimanê zikmakî, Cejna Zimanê kurdî li gelê xwe pîroz dikin."

'METIRSIYA ASÎMÎLASYONÊ HÎN JÎ DIDOME'

KNK'ê bal kişand ser metirsiya asîmîlasyonê bi taybetî li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û diya rkir, "Raste tirsa mirandina zimanî bi têkoşîn û qurbaniyên bizava rizgarîxwaz, li paş maye. Lê ji ber ku hebûna zimanê Kurdî neketiye warê statûyeke fermî û ji hêla zagonên dewleta Tirk, Îran û Sûriyê ve nehatiye qebûl kirin û parastin, wê gef û givaş û metirsî li van perçeyên Kurdistanê berdewam bikin. Bona vê jî pêwîste gelê me bi hestiyarî û bi berpirsiyarî tev bigere. Dagirker rê bi de yan na, pêdiviye gelê me zimanê xwe li malan, li kolan û kûçeyan, di nav danûstandina rojane û di hemû warên jiyanê da bi kar bîne.

Ji bo ku kurdî di nav sîstema perwerdeyê yê dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê da fermiyetê werbigire, di rojên Cejna Zimanê Kurdî da [14-15-16ê Gulanê] daxwazên ji bo perwerdeya kurdî û li jêr dirûşmeya 'Zimanê me hebûn û nasnameya me ye' divêt bêne bilindtir kirin."

KNK'ê bi bîr xist ku asîmîlasyon û hewldanên ji bo tunekirina zimanê Kurdî kar û armancên hêzên dagirker in û pirsa "Gelo ji bo çi Kurd bi xwe bi xemsarî nêzî zimanê xwe dibe?" kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Pêwîste em rê nedin ku kiryarên bişavtina zimanê kurdî serbikevin, di vî warî da divê em Kurd yek deng, yek dil û yek helwest bin."

KON-MED: ZIMAN ŞERTÊ PÊŞÎ YÊ HEBÛN Û MIROVBÛNÊ YE

Hevserokên KON-MED'ê jî bi bîr xist ku bêyî çand û ziman, gel jî tune ye û diyar kir, "Lewre ziman, şertê pêşîn ê heyîn û mirovbûnê ye. Stuna bin banê neteweyan  e.Her neteweyek bi riya ziman yekitiya xwe ava dike û jiyana xwe diafirîne. Heta Zimanê Kurdî li çar perçeyên Kurdistanê nebe zimanê fermî yê perwerdehiyê em ê jî wekî netewe nikaribin civak û zarokên xwe ji bin bandora pişavtin û xwepişavtinê rizgar bikin."

KON-MED'ê ragihand ku dewletên dagirker zarokên Kurdan bi ziman û çanda xwe mezin dikin û wiha dewam kir: "Ji ber ku zimanê me nebûye zimanê fermî yê pewerdehiyê, dewletên dagirker zarokên kurdan dibin û di dibistanên xwe de li gorî çand û exlaqê xwe perwerde dikin. Ev polîtîka hemû bi armanca qirkirinên çandî, ziman, ramyarî û neteweyî têne meşandin. Navenda van hemû polîtîkayan jî navenda şerê taybet e û ji wir tê meşandin. Jixwe her ku diçe metirsiya van polîtîkayan xwe li hemû qadên jiyanê yên civaka me de dide der.

Bi navê KON-MED'ê dixwazin ku gelê me li her perçeyê Kurdistanê û li hemû cihê ku kurd lê dijîn di roja cejnê de û piştî cejnê di nav malbata xwe de, di hemû jiyan, kar, têkilî û xebatên xwe de bi zimanê xwe yê neteweyî bipeyvin, bixwînin û binivîsin. Zarokên xwe fêrî axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê xwe yê xweş û şêrîn bikin. 

Em wek KON-MED (Konfederasyona Civakên Kurdistnîyên li Almanya) Bangewaziya di serî de li hemû partî, rêxistin, sazî, tevger û li hemû welatparêz û neteweperwerên kurd ên ku di warê siyasî, çandî, hunerî, civakî û di hemû warên jiyanê de doza azadî û demokrasiya Gelê Kurd dimeşînin û piştre jî li hemû gelê kurd dikin û dibêjin li zimanê xwe xwedî derkevin, xwedî helwesteke neteweyî neteweyî bin. Bila êdî zarokên me li şuna zimanên dagirker û mêtingeran, xewnên xwe bi zimanê dayîka xwe ya pîroz bibînin. Lewre zimanê me, giyan û nasnameya me ya neteweyî ye. Şertê jiyan û hebûna me ya neteweyî ye. 

Bi vê boneyê em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li afirîner û parazvanên zimanê kurdî, dayîkên dilovan û li hemû Gelê Kurd pîroz dikin. Û bi hêviya di welatekî azad de jiyaneke bi zimanê azad dixwazin."