NÛ BÛ

KCK’ê şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî

KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên di 31’ê Adarê de li Mehabadê û Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30’ê Adarê de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin bi bîr anî.

DAXUYANIYA KCK'ê

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyek nivîskî Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê û Qazî Mihemed, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî yên di 31'ê Adara 1947'an de li Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin bi bîr anî.

KCK’ê diyar kir ku Komara Mehabadê di têkoşîna azadiyê ya sed salî ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û got: “Qazî Mihemed û hevalên wî weke leheng, fedekar û ewladên hêja yên gelê Kurd di dîrokê de cih girtin. Gelê Kurdistanê tu carî fedekarî, têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nake."

Di daxuyaniya xwe de KCK’ê Şehîdên Kizildereyê jî bi bîr anî û got: “Em şoreşgerên mezin Mahîr Çayan û hevalên wî yên ku bi wekhevî, azadî, biratiya mafan û hevpariya têkoşînê bawer kirin û ji bo vê têkoşiyan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

Yek ji pêşengên neteweyî yên Kurd, welatparêzekî mezin ê Kurd û damezrênerê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî Sedrî Qazî û Seyfî Kadî  yên di 31’ê Adara 1947’an de li Qada Çarçira ji aliyê rejîma Şahê faşîst ve hatin qetilkirin. Em wan di salvegera qetilkirina wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê di şexsê wan de bi bîr tînin û soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.

DI TÊKOŞÎNA AZADIYA MEHABADÊ DE XWEDÎ CIHEKÎ GIRÎNG E

Qazî Mihemed û hevalên xwe bi dilsoziyeke mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebatîn û têkoşiyan. Bi avakirina Komara Mehabadê di rizgariya gelê Kurd de gaveke dîrokî avêtin. Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Îngilistan û Sovyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrîşî Komara Mahabadê ya ku nû hatibû avakirin kirin, Qazî Mihemed û hevalên wî yên têkoşer li Qada Çarçirayê îdam kirin. Têkoşîna Qazî Mihemed û hevalên wî û xiyaneta ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên modernîst ên kapîtalîst çawa nêzî Kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe çawa dikarin xiyantê li Kurdan bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Mehabadê derket holê ku berpirsiyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê hêzên modernîteya kapîtalîst in û ev nêzîkatî îro jî didome.

Komara Mehabadê her çend di encama xiyanet û êrîşa dewletan û hêzên dijminên gel û azadiyê de hat rûxandin jî, lê ev zêdetirî sed sal in di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Qazî Mihemed û hevalên wî jî mîna Şêx Seîd û Seyîd Riza ji helwesta xwe ya azadiyê tawîz nedan û ferzkirina teslîmiyetê ya dijmin red kirin. Van helwestan di hişmendiya gelê Kurd de cihekî girîng girtin û di pêşxistina xeta berxwedanê ya Kurdistanê de kedeke mezin girtin. Qazî Mihemed û hevalên wî wek lehengên, fedakar û ewladên hêja yên gelê Kurd derbasî dîrokê bûn. Gelê Kurdistanê tu carî fedekarî, têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nake. Helbet têkoşîn û xebata van pêşengên dîrokî di pêşketina neteweya demokratîk û destkeftiyên ku îro gelê Kurd bi dest xistine de xwedî pareke mezin e.

ŞEHÎDÊN KIZILDEREYÊ HATIN BIBÎRANÎN

Dewleta Tirk a dagirker ku yek ji wan hêzeke kedxwar û qirker e di 30’ê Adara 1972’an de li Kizildereyê bi qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî komkujiyeke din a mezin kir. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin, şoreşgerên mezin Mahîr Çayan û hevalên wî yên ku bi wekhevî, azadî, biratiya mafan û hevpariya têkoşînê bawer bûn û ji bo vê têkoşiyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dewleta Tirk dewleteke qirker, dij Kurd, kolonyalîst e ku ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Bi mîsyona pêkanîna qirkirina Kurdan û parastina berjewendiyên modernîteya kapîtalîst tevdigere. Nêzîkatiya wê ya li hemberî Kurd, şoreşger, sosyalîst û hêzên azadîxwaz ên demokratîk di çarçoveya vê mîsyonê de ye. Komkujiya ku li Kizilderyê kir jî bi vê wezîfeyê ve girêdayî ye. Mahîr, Denîz û Îbrahîman ji bo ku Tirkiye ji vir derxin, bingehek wekhev û azad ava bikin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bidin meşandin, têkoşiyan. Hebûna gelê Kurd û pêwîstiya bi azadî diyarkirina îradeya xwe ya netewî ya demokratîk bi zelalî anîn ziman û parastin. Rêber Apo nêzîkatiya wan gelekî nirxand û şoreşa azadiya Kurdistanê weke berdewamiya têkoşîna wan dît û pênase kir. Em vê fehm dikin û nêzîk dibin û em bawer dikin ku bi pêşxistina vê nêzîkatiyê em ê bigihin armanca wekhevî, azadî û demokrasiyê. Bi vê boneyê em careke din bang li gelan, jinan û her kesê ku li wekhevî, azadî û demokrasiyê digerin, dikin ku hîn zêdetir bên ba hev, têkilî û tifaqên xwe berfireh bikin û li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin."