BI DÎMEN

Salîha Zorlû: 1'ê Gulanê roja rabûna li ber vê sîstemê ye

Hevseroka Şaxê Hejmara 1'emîn a Egîtîm-Sen a Amedê Salîha Zorlû diyar kir ku heta hevalên wan hemû li karên xwe vegerin ên ku bi KHK ji kar hatine dûrxistin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo kedkarên cemaweriyê yên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatine dûrxistin li wezîfeya xwe vegerin, her wiha ji bo betalkirina xla 35'an çalakiyan dewam dike. Di nava têkoşîneke bi vî rengî de ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran amadekariyên sendîka û konfederasyonan jî destpê kirin.

Hevseroka Şaxê Hejmara 1'emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Salîha Zorlû têkildarî zor û zehmetiyên kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatin dûrxistin û 1'ê Gulanê Cejna Karkeran axivî û got, "Hikumet bi taybetî li herêma me dem bi dem dest li çîna navîn, karmendan werdidin. Ya herî dawî di sala 2016'an de pêk hat. Me kedkaran şahidî ji vê yekê re kirin. Piştî hewldana darbeyê îxraca sendîkayên nêzî cemaetê rû da. Di vê mijarê de em ji berê ve rexneyên xwe têkildarî cemaetê dikin, lê belê sendîkayên me jî tevlî vê pêvajoyê hate kirin ku ev yek rewşeke gelekî komîk e. Di nava vê pêvajoyê de 4 hezar û 830 endamên KESK'ê ji kar hatin dûrxistin. Ti hinceta vê îxracê tine bû. Demeke dirêj sedema îxracê jî nehate gotin. Komîsyona ku jê re Komîsyona OHAL'ê digotin, bi salan nekarî bicive. Hevalên me demeke dirêj li benda biryarên komîsyona OHAL'ê man. Pêvajoyeke welê bû ku Destûra Bingehîn hate betalkirin û bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de pêvajo hate birêvebirin."

ÇALAKIYÊN ME DEWAM DIKIN

Salîha Zorlû ragihand ku kedkarên cemaweriyê yên bi rengekî li dijî qanûnan ji wezîfeyê hatin dûrxistin li wezîfeyê nehatin vegerandin û got, "Piştî dûrxistina ji kar her hefte em çalakiyan dikin. Heta ku hevalên me li karê xwe vegerin wê têkoşîna me dewam bike."

Salîha Zorlû ji bo mîtînga herêmî ya 1'ê Gulanê li Êlihê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got, "1'ê Gulanê ji bo me kedkaran ne tenê cejneke, rojeke ku her sal em hewl didin bi coş pîroz bikin. Rojeke têkoşînê ye ji bo kedkaran. Em ê îsal bi rengê mîtîngên herêmê pîroz bikin. Werin em bi hev re li Êlihê bicivin. Em têkoşîna xwe bi hev re bidin ragihandin. 1'ê Gulanê roja me hemûyan e, roja me hemûyan a rabûna li ber vê sîstemê ye."