Kana komirê ya Efgan rûxiya: 27 mirî

Kana komirê ya Efgan rûxiya: 27 mirî

Li bajarê Samangan ê li bakurê Efganîstanê, ji ber rûxandina kaneke komirê 27 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 13 karker jî winda ne.

Berdevkê Walîtiya Bajêr Mûhammed Sedîk Ezîz da xuyakirin ku di encama bûyerê de meşek ji kana komirê hilweşiyaye.

Hat ragihandin ku li binê xirbe herî kêm 13 karkerên kana komirê hene û di dema xebata ekîbên rizgarkirinê yên xwedî derfetên nebaş de, 4 xebatkarên ekîbê birîndar bûne.

Li Efganîstanê, ku temamiya endustriya madenê di kontrola dewletê de ye, timî qezayên madenan rû didin. Di meha Kanûnê de di encama hilweşîna kaneke komirê de 11 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn.