Îsraîlê bi Heronê êrîş bir ser Sîna: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Îsraîlê bi Heronê êrîş bir ser Sîna: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Îsraîlê bi Heronê êrîş bir ser Sîna: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Artêşa Îsraîl bi balafira bêmirov a bi navê Heron êrîşek li hemberî Girava Sîna ya Misrê pêk anî. Hat ragihandin ku di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Misrê de, artêşa Îsraîl li hemberî Girava Sîna bi balafira keşfê ya bêmirov a bi navê Heron êrîşek pêk anî. Di êrîşa ku ji aliyê çavkaniyên îstîxbaratê yên Misrê hat ragihandin û îro pêk hat de 5 kesên ku tê gotin olperestên radîkal in jiyana xwe ji dest dane.
Di erîşa ku tê gotin bi agahî û hevkariya rayedarên Misrê pêk hatiye tê gotin ku rampayeke roketê jî hatiye rûxandin.
Li Girava Sîna di navbera komên aligîrên cîhadê yên olperestên radîkal û artêşa Misrê de gelek caran şer rû didin.
Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê bi sedema “ewlekariyê” Balafirgeha Elîat a nêzî Sîna demeke kurt ji çûn û hatina balafiran re girtibû.
Li gorî çavkaniyên Misrê balafirgeh ji ber ku olperestên radîkal di nav amadekariyan de bûn ku êrîşî balafirgehê bikin hatibû girtin.