Heyeta Fransayê: Rojava gelekî bandor li me kir
Heyeta Fransayê ku beriya niha bi demekê çû Rojava û hin hevdîtin kir, diyar kir ku wan wêneyekî sîstemekê dîtine ku Kurd dixwazin ava bikin û gelekî jê bandor bûne.
Heyeta Fransayê ku beriya niha bi demekê çû Rojava û hin hevdîtin kir, diyar kir ku wan wêneyekî sîstemekê dîtine ku Kurd dixwazin ava bikin û gelekî jê bandor bûne.
Kurdistaniyên li bajarê Lorient ê Fransayê serdana Parlamentera Parîsê ya Eniya Gel a Nû Danielle Simonnet û Parlamenterê NFP-Ekolojîst ê Herêma Hilbijartinê ya 5'emîn a Morbihanê Damien Girard kir, ji bo li çavdêriya heyeta Fransayê guhdarî bikin ku serdana Rojava kir. Di civînê de Damien Girard û tîma wî amade bûn.
Endama heyetê Danielle Simonnet piştî hevdîtinê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku wan 3 roj û nîvan li Rojava bûn û çavdêriyên xwe bi Kurdistaniyan re parve kirin. Hate ragihandin ku heyet ji 6 parlamenterên çepgir ên Fransayê pêk hat ku 3 jê jin, 3 jî mêr bûn.
Danielle Simonnet ragihand ku piştî rêwîtiyeke zehmet a ji du rojan gihîştin Rojava û got, li Rojava ji aliyê nûnerên YPG, YPJ û nûnerên herêmî ve hatin pêşwazîkirin û bi Mazlûm Ebdî re yekser hevdîtinek kirin.
Li gorî Simonnet armanca heyetê ji çûyîna Rojava ew bû ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî bûyerên li Rojava diqewimin bişikînin û berxwedana li wê derê bibînin.
Danielle Simonnet anî ziman ku bi taybetî tevgera jinê bandor lê kiriye û got, "Di hevdîtina bi saziya Jineolojiyê re dema ku min bihîst, li gundên destpêkê yên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin karê destpêkê lê hate kirin civînên jinan bû, vê yekê gelekî bandor li min kir."
Simonnet got, "Jinên li Rojava ne tenê li hemberî DAÎŞ'ê her wiha li hemberî fikrê baviksalarî jî şer kirin. Her firsenda bi dest xistin hem ji bo parastina gelan hem jî bidestxistina azadiya xwe bi kar anîn."
Danielle Simonnet qala serdana destpêkê ya li Kobanê kir û got, ji wê hebû ku Rojava tenê deşteke, lê belê dema qadên çiyayî û xwezaya wê ya şênkahî dît, gelekî matmayî ma.
Yek ji serdanên herî giran ên heyetê jî li kampa Holê bû. Heyetê ragihand ku kamp bi 2 beşan hatiye dabeşkirin; li aliyekî malbatên DAÎŞ'î, li aliyê din jî yên ji DAÎŞ'ê cihê bûne, hene.
Li gorî Simonnet, di hevdîtina bi Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hate destnîşankirin ku ji bo paşeroja Rojava divê mafên jinan, çandî û etnîkî bêne ewlekirin. Simonnet diyar kir ku QSD ne li dij e ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, lê belê bêyî garantiya konfederalîzma demokratîk nikarin dest ji çekan berde.
Danielle Simonnet polîtîkaya Fransayê ya têkildarî Rojava rexne kir û got, "Erdogan bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re li dijî Kurdan şer dike. Fransa jî li gorî polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê li ser peymanên penaberan ên bi dewleta Tirk re serî li ber zextê ditewîne. Divê em sîstema li Rojava hatiye avakirin ji xwe re bikin mînak."
Simonnet ji bo xurtbûna tevgera jinê û konfederalîzma demokratîk a li Rojava, banga piştevaniyê kir.