Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
22'ê Sibatê saet di 14:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
Li Herêma Metînayê:
22'ê Sibatê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
24'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
Di navbera 22-24'ê Sibatê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Berê Zînê 5 caran, li Herêma Garê qadên Heftebax, Girê Kun, Dêreşê, Zêvkê, Yekmalê, Girê Zengil 8 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 2 caran; bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 21'ê Sibatê de li ser kemîna xayîn a li nêzî gundê Guherzê me beriya niha daxuyaniyek dabû. li ser berpirsyarê bûyerê me hin lêkolîn kir. Hate tespîtkirin ku yên ku ev kemîna nemerdane danîn pêşiya hevalên me tîmeke kontra ya taybet a hêzên dewleta Tirk bû. Eşkere ye ku yên kemîn danîbin hêza Tirk jî bin, ji ji derve hin piştgirî wergirtine. Lê belê di medya dîjîtal de hin parvekirin hatin kirin ku xelkê Guherzê pê dihate sûcdarkirin. Li gorî lêkolînên me di vê bûyerê de rola xelkê Guherzê nîne. Têkildarî vê bûyerê ya esasî ev daxuyaniya me ya dawî ye. Em ji raya giştî ya welatparêz re radigihînin."