Partiya Şoreşger: Em bi daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re ne
Partiya Şoreşger a Yekbûyî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand û diyar kir ku ew bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd re ne.
Partiya Şoreşger a Yekbûyî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand û diyar kir ku ew bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd re ne.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî (MYK) danezana dawî ya civîna ku têkildarî biryarên di kongreya 12'emîn a PKK'ê de ku di navbera 5-7'ê Gulanê de piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Apo di 27'ê Sibatê de pêk hat, weşand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di têkoşîna demdirêj û giranbuha ya gelê Kurd de qonaxeke nû hatiye derbaskirin û ev biryara PKK'ê weke 'kêliyeke nû ya siyasî' hat şîrovekirin.
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku têkoşîna çekdarî ya ku PKK'ê daye meşandin, rasterast encama polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê derketiye holê û got, "Ji aliyê dîrokî ve şêweyeke mafdar û rewa ya berxwedanê bû. Niha, nebûna guhertineke xuya, bendeke dîrokî nîşan dide ku divê bi berpirsyarî nêz bibe. Têkoşîna mirovekî ku ziman, çand û nasnameya wî hatiye tepisandin, di nava her şert û mercî de rewa ye. Di nava şert û mercên zordar ên demê de têkoşîna çekdarî tercîheke pêwîst û mafdar bû. Îro giraniya li ser formên têkoşîna demokratîk di heman demê de berhemeke îradeya siyasî ye, hilbijartina tevgera Kurd e; formeke nû ye ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye girtin û danûstandinên wê yên bi dewletê re Lê belê ev yek ji bo me nayê wê wateyê ku ev muzakere wê bi demokratîkbûyîna dewletê bi encam bibe. Ji perspektîfa dewleta faşîst heta roja me ya îro ti nîşaneyeke biçûk a demokratîkbûyînê jî nîne; berevajî, zext û şîdet zêde dibin. Ji bo vê jî demokratîkbûna rasteqîn tenê bi hilweşîna bloka faşîst a AKP-MHP'ê û li Tirkiyeyeke ku vîna demokratîk a gelan bi ser dikeve pêkan e."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser vê yekê ku divê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi rizgariya çîna karker a Tirk re li ser zemîneke hevpar a antî kapîtalîst û antî emperyalîst bibe yek û wiha hat gotin: "Naxwe wê daxwazên gelan di nava sînorên sîstemê de bên asêkirin û potansiyela şoreşgerî ji aliyê sîstemê ve bê asêkirin. Îro têkoşîna gelê Kurd ne tenê daxwaza wekheviya etnîkî ye; li dijî navendîbûna kapîtalîst, şîdeta dewletê ya kolonyalîst û dîzayna emperyalîst berxwedaneke gel-demokratîk e. Ji ber vê yekê, ev têkoşîn çarenûsa hevpar a çîna karker a Tirkiyeyê û hemû bindestan eleqedar dike. Berpirsyariya sosyalîstan ew e ku bi têkoşîna rêxistinbûyî re vîna guhertina vê çarenûsê mezin bikin; di serdema nû de li kêleka feraseteke hevgirtî ya sosyalîzmê avakirina eniyeke berxwedanê ye."
Di daxuyaniya ku behsa prensîba Lenîn a "Mafê Neteweyan a Çarenûsa xwe" tê kirin de wiha tê gotin: "Ew ne tenê daxwazeke destûrî îfade dike, lê belê naskirina bê şert û merc a mafê neteweyên bindest ji bo diyarkirina pêşeroja xwe ya siyasî, tevî mafê veqetandinê yan jî mafê jiyana bi hev re. Lê belê ev maf, heta ku bi têkoşîna enternasyonalîst a çîna karker re nebe yek, rîska fetisandina di nava xeta neteweperest a bûrjûvayê de hildigire. Partiya me di vê çarçoveyê de armanc dike ku têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd di çarçoveya Mafê Çarenûsê de bi perspektîfa rizgariya çînî re bike yek."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Dijminê rastî ne tenê bloka faşîst a AKP-MHP'ê ye; temamiya sîstema emperyalîst-kapîtalîst e. Li pişt zext, şer, hejarî û qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd şerên parçebûnê yên emperyalîst, pêşbaziya enerjî û bazaran, polîtîkayên berfirehker ên siyonîzmê û stratejiyên ewlekariyê yên bi navenda NATO'yê derewan dike. Ji bo vê jî divê têkoşîn sînorên netewî derbas bike; divê veguhere xeteke şoreşger a antî-emperyalîst, antî siyonîst û yekbûyî.
Weke proleterên sosyalîst armanca me ev e ku em têkoşîna demokrasiyê hê bi hêztir bi rêxistin bikin, xwerêxistinkirina gelan xurt bikin; ji bo ji nû ve avakirina pêşengiya şoreşgerî ya çîna karker û bi biryardarî sosyalîzmê weke alternatîfeke rasteqîn li dijî dewleta kapîtalîst biparêzin Her çiqas formên têkoşînê biguherin jî em li rex daxwazên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê weke mafê xwe yê çarenûsê disekinin Serdema nû, li ser hîmê rêgezên sosyalîst, li ser bingehên şoreşgerî û çînî, birêxistinkirina mafê xwerêvebirina gelan e; dem dema xwedîderketina li kolanan e ku bi têkoşîna yekbûyî ya bindestan dibe. Hevgiriya me, rêgezên şoreşgeriyê û girêdana me ya bi têkoşîna rêxistinî didome. Ji bo mezinkirina têkoşîna kolektîf a gelan li her cihî, li kolanan, li parlamentoyê, li qadan û kargehan em ê mil bi mil bisekinin. Rêxistina enternasyonalîst a çîna karker divê bi têkoşîna neteweyên bindest re bibe yek ku li dijî sîstema emperyalîst-kapîtalîst blokeke şoreşger a dîrokî biafirîne. Têkoşîna rasteqîn-rewa navenda vê xetê ye. Şoreş ne tenê armancek e; rastiyeke ku gelên rêxistinbûyî ji îro û pê ve dest avakirinê bikin."