BI DÎMEN

Li Stockholmê merasîma bîranîna şehîdan hate lidarxistin

Li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo cangoriyên azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê li ser bangewaziya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclisa Jinan a Amarayê, ji bo şehîdan merasîmek hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistaniyan şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û bi dehan malbatên ku xizmên wan di oxira azadiya welat de canê xwe feda kirine, tevlî merasîmê bûn.

Wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û gelek şehîdên din li salona merasîmê hatin daliqandin. Merasîm bi xêrhatin û rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Axaftina yekem li ser navê NCDK û Meclîsa Jinan a Amarayê ji hela siyasetmedar Rûken Yetîşkîn ve hate kirin. Rûken Yetîşkîn careke din sersaxî ji hemû cangoriyên azadiyê re xwest û got: "Ez hemû dayîk û bavên ku zarokên qehreman mezin kirine, silav dikim. Bi saya serê qehremanên canbexş îro gelê me serbilind e û mohra xwe li temamiya dinyayê xistine. Em deyndarê şehîdên xwe ne ku hebûna me û axa gel parastine. Bi saya têkoşîna wan wê serfirazî û azadiya Kurdistanê jî ava bibe."

Piştî axatina hevserokên NCDK’ê Cemalettîn Delîbaş axivî. Cemalettîn Delîbaş ku 24 salên temenê xwe di zindanan de derbas kiriye, dû û dirêj behsa rojeva niha û nirxandina siyasî û dîrokî kir. Cemalettin Delîbaş behsa pêşengên salên 1980 û 90’î kir, berxwedana li zindanan anî ziman û diyar kir ku PKK’ê gele Kurd ji tarîtiyê derxistiye û niha dest bi avakirina azadiya mayînde dike û got: "Di merheleya ku em îro tê de ne, destkeftiyên heyî bêguman saya sere şehîdên me ne. Serok Apo ku ev heqîqet da pêşiya me, îro gihiştiye asteke bilind. Careke din serdestên kapîtalîst, dagirkerên Kurdistan û Rojhilata Navîn ketin krîzeke wisa ku xwestin Kurdistanê bikin qada şerên xwe. Lê belê Serok Apo dîsa mudaxele kir ku ji bo jiyaneke azad û wekhev şansek derxist holê. Divê baş were zanîn ku ji her demê bêhtir em li ser xeta Apoyî ne, li tevgera xwe, şehîdên xwe û azadiya xwe xwedî derkevin."

Piştre li ser navê malbatên şehîdan Şukran Amed jî axaftinek kir. Dayîka Şukran jî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got: "Me bi şîrê helal zarokên xwe mezin kirin. Bila dinya baş bizanibe ku di dîroka mirovahiyê de ti caran lehengên weke azadiya Kurdistanê ku canê feda kirin, nehatine dinê. Zarokên me bûn şûjin ketin çavê dijmin. Bûn xof û tirs ketin dile neyar. Me canê şêrîn kir qurbana axa welatê xwe. Em ê rizgariya şêrîn jî bi dest bixin. Em bi tevgera xwe, bi serokê xwe bawer in. Bijî Kurdistan, bimire koledarî!"

Li ser navê Enstituya Kurdî ya Stockholmê jî nivîskar Kamran Simo Hedilî axaftineke kurt kir û helbestên xwe yên ku di salên 80-90’î de li ser şehîdan nivîsandine, xwendin.

Her wiha li ser navê PJAK’ê jî axaftinek hate kirin. Piştre Hemîd Nerijî, behsa cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê kir û ev yek anîn ziman: "Ji bo tevahiya Kurdistanê xisar û xemeke mezin e ku me agahiya şehadeta heval Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn girt. Weke Şêrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Argeş Karzan û Diyar Xerîb wan jî canê xwe feda kirin. Lê belê netewek xistin rêya azadiyê."

Piştî axaftinan sînevîzyonek hat nişandan û Hozan Comerd ku her du kurên wî şehîd in, derket ser dikê û stranên xwe vegotin.