BI DÎMEN

'Divê êdî CPT eşkere bike bê li Îmraliyê çi diqewime'

Parêzer Jûan Prosper diyar kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û got, "Em nizanin bê Ocalan di kîjan şert û mercî de ye. Lewma gelekî girîng e ku CPT rapora xwe ya li ser Îmraliyê eşkere bike."

RAPORA ÎMRALIYÊ YA CPT

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye zêdeyî 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ji Parêzerên Baroya Parîsê Jûan Prosper asta hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê û nêzîkatiya CPT a li tecrîdê ji ANF'ê re nirxand.

'LI ÎMRALIYÊ BIRYARÊN DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ TÊNE BINPÊKIRIN'

Parêzer Jûan Prosper ku yek ji beşdarên konferansa 11'ê Nîsanê ya li Parlamenta Ewropayê bû ku li ser tecrîda Îmraliyê hate lidarxistin, anî ziman ku armanca bingehîn a hiqûqnasan ew e ku balê bikişînin ser rewşa giştî û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li ser girtiyên siyasî.

Parêzer Prosper diyar kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan tê de ye li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û got, "Ji vê jî girîngtir, tevî ku ewqas dem di ser re derbas bûne CPT hîn jî pêşniyarên xwe yên têkildarî Îmraliyê ji raya giştî re eşkere nekiriye. Di rewşa heyî de têkildarî rewşa ragirtinê ya Abdullah Ocalan ti agahiya me nîne. Ev yek jî binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî Ocalan e."

'JI BO HÎNBÛNA REWŞA LI ÎMRALIYÊ, RAPORA CPT GIRÎNG E'

Parêzer Prosper destnîşan kir ku ji bo hînbûna rewşê gelekî girîng e ku rapora Îmraliyê ya dawî ya CPT bê eşkerekirin û wiha dewam kir, "Ji bo aktorên civaka sivîl zanibin bê li Îmraliyê çi diqewime, pêwîstiya me bi vê rapora CPT heye. Lewma gelekî girîng e ku ev rapor di demeke kurt de ji raya giştî re bê eşkerekirin."

'DIVÊ EM ZEXTÊ BIKIN'

Parêzer Prosper destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bê anîn û saziyên erkdar wezîfeya xwe bi cih bînin divê li her qadê ew têkoşînê dewam bikin û got, "Ji bo rayedarên Tirk hurmetê nîşanî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin û piştre jî çavdêrên serbixwe karibin şert û mercên Îmraliyê li cih kontrol bikin, divê em zextê bikin. Di heman demê de weke hiqûqnasan ji bo CPT rapora xwe ya têkildarî rewşa Abdullah Ocalan eşkere bike, zextê bikin."