Dayikên Aştiyê: Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin

Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê ji bo bi Wezîrê Edaletê yê Tirk re hevdîtinê pêk bînin hatin Enqereyê, bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin, "Em dayik tenê zarokên xwe dixwazin. Em edaletê dixwazin."

DAYIKÊN AŞTIYÊ

Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê li Enqereyê hatin ba hev bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" xwestin bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin. Dayikên Aştiyê yên ku ji bo daxwazên girtiyan bê qebûlkirin hatin ber wezaretê rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên ku hevdîtina wan hat astengkirin, li ber Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Dayika Aştiyê Cemîle Karakaş anî ziman ku weke 8 Dayikên Aştiyê xwestine bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin lê polîsan wan asteng kirin. Cemîle Karakaş got, “Niha em ji vê rewşê re bibêjin çi? Me navê hevdîina xwe kir 'Edalet'. Em ji bilî edaletê tiştekî naxwazin. Em dayik tenê zarokên xwe dixwazin. Hemû Dayikên Aştiyê bi heman daxwazê ​​li vir in."

Cemîle Karakaş xwest ku daxwazên zarokên ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi boykotkirina dadgehan û telefon û hevdîtina bi malbatê re kirine, bên qebûlkirin. Cemîle Karakaş diyar kir ku nêzî meh û nîveke tu agahî ji zarokên xwe nagirin û wiha domand: “Em dixwazin agahiyê ji zarokên xwe bigirin. Em dixwazin zarokên xwe sax û silamet bibînin.”

Piştre Dayikên Aştiyê bi parlamenterên DEM Partiyê re çûn parlamentoya Tirkiyeyê û bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê re hevdîtinê pêk anîn.