Ji bo Doza Kobanê li sê bajaran çalakî hatin kirin

Li Stenbol, Enqere û Rihayê ji bo Doza Kobanê ya ku dê sibê li Edliyeya Sîncan a Enqereyê bê lidarxistin banga xwedîderketinê hate kirin.

Têkildarî Doza Kobanê ku dê sibê danişîna biryarê were lidarxistin, li Stenbol, Enqere û Rihayê daxuyanî hatin dayîn. 

STENBOL

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM)  têkildarî Doza Kobanê ku dê sibe biryar were dayîn, li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Gelek hunermendên NÇM’ê tev li bûn. Hunermend Dîlan Suyu di daxuyaniyê de Doza Kobanê weke “Doza Kompasê” pênase kir û wiha got: “Dozeke derhiqûqî ye û doza tolhildanê ye. Siyasetmedarên kurd û dostên wan bi komployên mezin mîna di Dadgehên Îstîklalê de tên darizandin. Ev darizandin tê wateya parastina DAÎŞ’ê ku di dîrokê de rêxistina terorê ya herî hov e. Em vê pêvajoya tolhildanê ku wijdanî, exlaqî û hiqûqî nîne, qebûl nakin.” 

Suyu, anî ziman ku Kobanê di heman demê de rengê hunerê yê li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê ye û banga tevlibûna danişîna Doza Kobanê kir. Suyu, axaftina xwe wiha qedand: “Xwedîderketina li Kobanê sûc nîne, xwedînederketina li Kobanê sûc e.” 

ENQERE 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî dozê li nvaenda xwe ya giştî daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban di daxuyaniyê de axivî û got ku danişîna dozê dê rêgeha siyaseta Tirkiyeyê jî diyar bike. 

Kuçukbalaman wiha domand: “Pergala ku bi Dadgehên Îstîklalê dest pê kirî û bi Dadgehên Rêveberiya Awarte, Dadgeha Ewlekariyê Dewletê û Dadgehên Rayeyên Taybet hate domandin, her kesên li dijî îdeolojiya fermî derketin bi awayekî derhiqûqî ceza kirin. Mînaka vê ya herî şênber û nûjen jî Doza Kobanê ye ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin.” 

Bi domdarî Kuçukbalaman diyar kir ku bidawîkirina rewşa girtî ya kesên di dozê de bi awayekî derhiqûqî tên darizandin; pêdiviyeke aştiya civakî, edalet û hiqûqê ye. 

RIHA 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê têkildarî Doza Kobanê li avahiya xwe daxuyanî da. Li gel rêveberê ÎHD’ê, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li bûn. Li ewyana daxuyaniyê pankarta “Heke çiya, mirov û heta mirin jî westiya be, niha helbesta herî xweşik, aştî ye” ya ji gotinên nivîskar Yaşar Kemal hate daliqandin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Rihayê Zeynep Dîlek Polat axivî û wiha got: “Bidawîkirina rewşa girtî ya tevahiya kesên ji Doza Kobanê tên darizandin, pêdiviyeke aştiya civakî, edalet û hiqûqê ye.”