Qeyûmê Sûrê 470 hezar TL ji qeymeqamtiyê re şandiye

Hevserokên DEM Pariyê yên li Şaredariya Sûrê lêkolînên xwe didomînin diyar kirin ku qeyûmê xespkar 470 hezar TL butçe ji qeymeqamtiyê re şandiye.

Li şaredariyên ku ji qeyûmên xespkar hatine girtin, gendelî berdewam dike. Qeyûmên ku bi milyonan lîre deyn ji şaredariyan re hiştine, bi dizî jî pere ji alîgirên xwe re şandine. Qeyûmê Şaredariya Sûrê ku butçeya şaredariyê bi awayekî keyfî bikar anî, li şûna xizmetê bide gel şaredarî ji bo xizmeta xwe bi kar aniye. Di sala 2021'an de Abdullah Çîftçî ku hem qeymeqamê Sûrê û hem jî qeyûmê Sûrê bû, ne tenê ji alîgirên xwe re ji qeymeqamtiyê re jî  pere şandiye.

Hat diyarkirin ku Abdullah Çîftçî ku di sala 2021’an de hem Qeymeqamê Sûrê bû hem jî qeyûm bû, bi hinceta ku bûdçeya qeymeqamtiyê têr nake, ji bo Midûriyeta Darayî ya Qeymeqamtiya Sûrê bi awayekî nivîskî ji Şaredariya Sûrê ku qeyûmê wê bû daxwaz kir ku malzemeyên ofîsê bên kirîn. Heman kes îcar li kursiya şaredariyê rûnişt û ji bo pêşwazîkirina vê daxwazê, di sala 2021’ê de bi biryara encumenan bi bihayê 470 hezar TL’an malzemeyên ofîsê ji bo qeymeqamtiya Sûrê da kirîn.