Nobeta Emîne Şenyaşar a li Enqereyê di roja 104'an de ye

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû çû serdana Emîne Şenyaşar a 104 roj in li ber Wezareta Edaletê Nobeta Edalatê didomîne bi gotina, "Hikûmet vî dengî nabihîze" berteka xwe anî ziman.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li Rihayê destpê kir û li Enqereyê didome di roja 104'an de ye.

Emîne Şenyaşar, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji komkujiyê sax filitî û di heman demê de parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye, ji bo bi Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re hevdîtin bike, hat pêşiya avahiya wezaretê.

Li pêşiya Wezaretê dovîzên, “Rêya asayîbûn û nermbûnê di rêya edaletê re derbas dibe. Nobeta me ya Edaletê ya li dijî hiqûqa serdest di roja 104'an de ye" û "Ez duh ji bo edaletê li vir bûm îro jî li vir im. Ji bo dotira din bila deynê min be ger bijîm, teqez ez ê werim. Heta edalet bê" hatin daliqandin.

Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî bê berdan.

GERGERLÎOGLÛ: HIKÛMET VÎ DENGÎ NABIHÎSE

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû yê ku çû serdana Emîne Şenyaşar, diyar kir ku Dayikên Aştiyê yên ku îro bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin hatin astengkirin, xwestin biçin serdana Emîne Şenyaşar, lê ji ber astengiya polîsan nikarin bên. Gergerlîoglû anî ziman ku serlêdanên Emîne Şenyaşar ên ji bo hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re tim tên redkirin û got, “Fadil Şenyaşar di girtîgehê de tê girtin û daraza nehiqûqî dewam dike. 100 roj derbas bûn lê dayika me hîn li vir e. Ev hikûmet vî dengî nabihîze.”

Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an hate girtin, ji Emîne Şenyaşar bi bandor bûye û çalakiya rûniştinê ya li ber Wezareta Edaletê di roja 27'emîn de berdewam kir.