Qirkirina siyasî hat protestokirin: Li qereqolê lêgerîna tazî hat kirin

Rêxistinên hiqûqê ku qirkirina siyasî ya li Îzmîrê protesto kirin, dan zanîn ku li qereqolê êşkenceya lêgerîna tazî hatiye kirin.

LÊGERÎNA TAZÎ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rêxistinên hiqûqê yên Îzmîrê têkildarî 16 kesên ji ber protestoyên li dijî xespkirina îradeyê ya li Wanê hatin binçavkirin, li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Lêgerîna tazî êşkence ye. Demildest binçavkiriyan berdin” hate hilgirtin. Gelek hiqûqnas, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û nûnerên partiyên siyasî tevlî bûn. 

LÊGERÎNA TAZÎ

Parêzer Sena Yazibagli anî ziman ku yên duh mazbata nedayîn, îro bi binçavkirinên derhiqûqî hewl didin zextê li civakê bikin û wiha dom kir: “Em van derhiqûqtiyan qebûl nakin. Navnîşanên wan diyar in û dikariyan ji bo îfadeyê li ser telefonê bang lê bikirana. Lê di sersibehê de bi ser malên wan de girtin, bi çekên lûledirêj ketin hundirê malan. Hevaleka me ya jin a birin qereqolê bi darê zorê rastî lêgerîna tazî hat. Yên li dijî vê êşkenceyê derketin û li ber xwe dayîn hene. Hempîşeyên me girteka vê rewşê girtine. Em ê derheqê dozgerê lêpirsînê didomîne û polîsên têkildar serlêdanên pêwîst bikin.”

Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Hevserokê Şaxa OHD’a Îzmîrê  Ozcan Sarioglû, Seroka Şaxa ÇHD’a Îzmîrê Dîlancan Ateş û Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Bahatir Altan jî bertek nîşan dan.