Di şewata li nexweşxaneyê de hejmara miriyan derket 37 kesan

Di şewata li nexweşxaneyê de hejmara miriyan derket 37 kesan

Li Rûsyayê, hejmara kesên di şewata li nexweşxaneyeke psîkiyatrî de jiyana xwe ji dest dan, derket 37'an

Li nexweşxaneya psîkiyatriyê ya li herêma Nov-Gorod ya gundê Luka yê bakurrojavayê Rûsyayê  şewat derket.

Li gorî daxuyaniya rayedarê Rewşa Awarte, di bûyerê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dane, 10 kes kes jî winda ne.

Tê payîn ku beşekî mezin ê windahiyan ji bo xwe ji şewatê rizgar bikin reviyane daristana nêzikî nexweşxaneyê. Di dema şewatê de di nexweşxaneyê de 60 nexweş hebûn. 

Li gorî dema xwecihî di seat 03.00’an de şewat derkete. Lê heya niha girêdayî derketina şewatê ti daxuyanî nehatine kirin tenê tê payîn ku şewat dibe ji aliyê nexweşekî ve bi pêxistina cixareyê hatibe derxistin. 

Li gorî çapemeniya xwecih li nexweşxaneya ku şewat lê derketiye, beriya niha ji ber pirsgirêkên di navbera karbidest û hêzên parastinê yên nexweşxaneyê de, hatiye xwestin bê girtin. 

Di salên dawiyê de, şewatên di avahiyên li Rûsyayê de derketine, rê li ber windahiyên mezin vekirine.

Di meha Nîsanê de li nexweşxaneyeke nêzî Moskova ya psîkiyatrî de şewat derketbû û di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

Di sala 2009’an di şewata li stargeha mirovên temendirêj de, 23 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

Di sala 2007’an de jî li herêma Krasnadarê di stargeheke temendirêjan de şewat derketibû û 63 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.  

Di sala 2006’an de li Moskowayê di şewata ku li klinika rehabilitasyonê ya madên hişber de derketî 45 jinan jiyana xwe ji dest dabûn.