Di hilbijartinên Norwêcê de bloka rastgir bi ser ket

Di hilbijartinên Norwêcê de bloka rastgir bi ser ket

Di hilbijaratinên duh ên Norwêcê de Partiya Rastgir bi ser ket. Êrîşa bi xwîn a Anders Behring Breivik a sala 2011'an, bloka rastgir û dijberên penaberan bir deshilatdariyê.

Seroka Partiya Kevneparêz Høyre Erna Solberg, serketina bloga rastgir a serokatiya wê dike ragihand û got ewê hikûmete nû li welêt ava bikin.

Serokwezîrê hikûmeta Çep Jens Stoltenberg diyar kir ku ewê îstifaya xwe piştî amadekirina butçeyê ya di 14'ê Cotmehê de pêşkêş bike.

Partiya Karkeran a bi serokatiya Stoltenberg, ku ji sala 2005’an ve li ser desthilatdariyê ye, dê di parlamenta nû de bi 72 parlamenteran bê temsîlkirin.

Partiyên rastgir di encama hevgirtinên çêkirî de bûn desthilatdar. 4 partiyên rastgir ji 169 kûrsiyên di parlementê  96 ji wan bi dest xistin. Piştî serkeftina xwe ya di hilbijartinan de çav li rêye di hefteyên pêş de ji bo avakirina hikûmetê hinek nîqaşên nû yên girîng destpê bikin.

Di bin sîwana bloka rastgir de ku weke "Bloka Bûrjûvayê" tê binavkirin, kevneperest, partiya gelî, demokratên xiristiyan ên ji rastgira navendî û lîberal, cih digirin.

Her çar partiyên qala gotinê, di gelek mijarên mîna penaberî û têkoşîna li dijî guherîna klîmayê de, xwedî heman nêrînê nînin.