Derhênera Elman: Ger pêwîst be ji bo cezayê YPJ’ê êz ê bikevin girtîgehê

Derhênera Elman Ûlî Bez ku li ser hesabê xwe yê tevna civakî ala YPJ’ê parve kir û tê darizandin, got; “Ger dadgeh cezayê pere bide ez nadim. Eger min dixin girtîgehê bila bixin.”

Li Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê li dijî YPG û YPJ’ê ku rêxistina terorê ya li dijî mirovahiyê qedand, pêkanînên taybet didomin. Li Elmanyayê tevî ku qedexeyek fermî têkildarî rêxistinên Rojavayê Kurdistanê nîne jî, Wezareta Karê Navxweyî 2’ê Adara 2017’an bi giştînameyekê alên YPG/YPJ û PYD’ê di çarçoveya propagandaya PKK’ê de nirxand û qedexe kiribû. Eyaleta Bavyera yek ji wan eyaletan e ku herî zêde pêkanînan pêk tîne.

Bi taybet bi ser wan malan de digirin ku li ser hesabên xwe yên tevna civakî alayên YPG û YPJ’ê parve dikin, lêpirsîn tên vekirin û bi darizandinê cezayê pereyan li wan tê birîn. Yek ji kesên ku derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin derhênera Elman Ûlî Bez e ku li paytexta Eyaleta Bavyera Mûnîhê dijî.. Bez sala 2017’an li ser hesabê xwe yê Facebookê ala YPJ’ê parve kiribû.

Bez bi îdîaya ku “propagandaya PKK’ê ya ku qedexe kiriye” tê darizandin û roja 15’ê Adarê li Dafeha Îdarî ya Munihê hatibû darizandin. 5 Nîsanê wê darizandin bidome û tê payîn ku dadgeh têkildarî Bez biryarê bide.

‘EYALETA BAVYERA Û ERDOGAN HEVKARIYÊ DIKIN’

Ûlî Bez diyar kir ku Eyaleta Bavyera bi krîmînalîze kirina alayên YPG û YPJ’ê ku ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşin, bi rejîma Erdogan re kar dike û wiha got; “Ez ji vê lêpirsîn û darizandinê natirsim û di rûniştina dozê de jî tawîzan nadim. Li aliyê din ez piştgiriya berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyeyê de ji bo demokrasî û mafên mirovan liberxwe didin, dikim. Ez li gel Kurdan im ku ji bo mafên jinan û demokrasiyê têdikoşin. Eger dadgeh di encama darizandinê de cezayê pere bide min ez nadim. Eger min dixin girtîgehê bila bixin, eger pêwîst be ji bo vî cezayê ez ê bikevin girtîgehê jî.”

Hefteya derbasbûyî li heman dadgehê Aktivîstê aştiyê Claûs Schreer ê 80 salî ku ji bo alaya YPJ'ê û pankarta ''Ji Ocalan re azadî'' hilgirtî, 2800 Euro cezayê pereyan ku her roj 40 Euro bi giştî wê 70’î rojan bide, lê hate birîn. Schreer got, ''Ez ê dîsa bibêjim, ji Ocalan re azadî û alaya YPJ'ê hildim''