Civîna bi rojeva ‘Komîsyon’ bi dawî bû

Civîna Serokê Meclîsê Numan Kurtuluş û partiyên siyasî ya bi rojeva “Komîsyon” bi dawî bû. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku civîn gelek baş derbas bûye.

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina komîsyoneke ku tê plankirin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi serokwekîlên komên partiyên siyasî re civiya. Di civîna ku nêzî 2 saet û nîvan dom kir de, aliyan li ser armanc, berfirehî û avakirina komîsyona ku tê fikirîn bê avakirin, nêrîn hatin parvekirin.

Piştî civînê Serowekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît bersiv da pirsên rojnamevanan. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku civîn gelek baş derbas bûye û got: “Ji ber ku partiyên din jî ti daxuyanî nedane, ez ê jî agahiyên berfireh parve nekim.”