Bi muzîka xwe sînorên astengiyê nas nakin

2 muzîkjenên astengdar, li qehwexaneyeke herî qelebalix  distrên û bi muzîka xwe sînorên astengiya li pêş xwe radikin. 

Çayxaneya li Qada Demokrasiyê ya ku kolana herî zêde qelebalix e, malovaniyê ji du muzîkjenên astengdar re dike. Muzîkjenên astengdar Alî Zer û Emre Agziguzel hem lê didin û hem distrên. Muzîkjen bi vê hunera xwe diyar dikin ku ger dil bixwaze astengiyan nas nake. 2 hevalên hev yên astengdar bi derfet û hewldanên xwe fêrî lêdana enstrumanên muzîkê bûne û bi salan e distrên. 2 hevalên hev bi Kurdî û Tirkî li çayxaneyê distrên û kêfa kesên li çayxaneyê tînin. Muzîkjen bi pereyên kesên ku diçin çayxaneyê debara xwe dikin û muzîkê zindî dihêlin. Esnaf û xwediyê çayxaneyê Halîl Kaya, diyar kir ku ev 2 hevalên wan tenê ji çavên xwe astengdar in û wiha got; "Ew ji dil û mejiyên xwe ne astengdar in. Tenê çavê wan nabîne. Bi hunera xwe hemû astengiyên li pêş xwe radikin. Rojê 20-30 lîra qezenc dikin. Ne pereyekî zêde ye. Lê ev pere jî wan kêfxweş dike. Ew jî mirovên me ne. Dibû ku em jî astengdar bûna. " 

Muzîsyen Emre Agziguzel (18) diyar kir ku ji 8 saliya xwe heta niha distrê û hem bi muzîkê debara xwe dike û hem jî muzîkê zindî dikin. Agziguzel, anî ziman ku nêzî 6 meh in bi hevalê xwe re distrê û hem li saz didin û hem jî distrên. Agziguzel, anî ziman  ku bi amûrên darbûka, baterî, daholê muzîkê zindî dike û hem muzîkê bi ruh dike û hem jî debara xwe dike û wiha got: "Ger ku em hem muzîkê dijîn û hem jî didin jiyîn nexwe ‘her bijî ji me re’. Ev ji bo me kêfxweşiyeke mezin e." 

DIXWAZIM BI KURDÎ BISTRÊM LÊ...

Agziguzel, destnîşan kir ku ew tenê ji çavên xwe astengdar e û wiha got: “Em bi muzîka xwe astengiyên li pêş xwe nas nakin. Ez dixwazim li her derê bi Kurdî stranan bistrêm. Lê ji ber mirovên nijadperest nikarim li her derê stranên bi Kurdî bistrêm. Dema em bi Kurdî distrên dibe ku carinan mirovên li tenişta me ji Kurdan hez nekin. Em Kurd, Tirk, Laz, Çerkez hemû bira ne. Ez ji Tirkî zêdetir guhdariya muzîka bi Kurdî dikim.” 

Muzîkjen Alî Zer jî anî ziman ku ji zarokatiya xwe heta niha bi muzîkê eleqeder e û wiha got: "Ez bi derfet û hewldanên xwe fêrî amûrên muzîkê bûm. Bêtir stranên herêmî distrêm. Em hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî distrên. Pereyên ku em qezenc dikin em bi li hev par ve dikin."