ROJANE
Hemû Nûçe
-
Instagram li Tirkiyeyê hate astengkirin
Dewleta Tirk weşana malpera platforma dîjîtal Instagramê asteng kir. -
Hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin
Rojnameya Serxwebûnê hejmara xwe ya nû bi manşeta 'Xeta serketinê: 14'ê Tîrmehê' weşand. -
ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 50’î de berdewam kir. Di nobetê de peyama, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” hat dayîn. -
Dijminatiya Kurd hate protestokirin
Êrîşên li ser zimanê Kurdî bi çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyama berdewamiya berxwedanê hat dayîn. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hat kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 41 meh in agahî ji wan nayê girtin, bi daxwaza hevdîtinê serlêdanên nû kirin. -
Milîsên KBDH’ê li Tûzlayê agir berdan tersaneyeke keştiyan
Milîsên KBDH’ê yên Sevda Serînyel ragihandin ku wan Tûzla ya Stenbolê tersaneyeke keştiyan bi teknîka sabotajê dane ber agir. -
Li Amedê serdegirtinên ji ber govendê: herî kêm 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pîranê ya Amedê bi hinceta ku li ber stranên Kurdî govend gerandine 7 kes hatin binçavkirin. -
Hevseroka berê ya HDP'ê ya navçeyê hate girtin
Hevseroka berê ya HDP'ê ya navçeyê Hatîce Gevcan ku li navçeya Kerboran a Mêrdînê hate binçavkirin, piştî erêkirina cezayê girtîgehê yê ji 6 sal û 3 mehan hate girtin. -
Li Stenbolê li ser rê ‘Pêşî Peya’ hat nivîsandin
Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çiçek û Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat, li Stenbolê li ser rê ‘Pêşî Peya’ nivîsandin. -
Keskîn: Hewl didin Kurdbûnê qedexe û ceza bikin
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku girtina ji ber govenda Kurdî, jêbirina nivîsên trafîkê yên bi Kurdî nîşan didin ku mejiyê salên 1990'î li ser desthilatdariyê ye û got, "Hewl didin ku Kurdbûnê qedexe û ceza bikin." -
ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Îzmîrê Nîlay Guleser jî di nav de 6 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî 2 kes hatin binçavkirin. -
Êrîşên li ser nirxên Kurdan hatin şermezarkirin
Li Mêrsînê êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî hatin şermezarkirin û peyama, “Wê her kes rastiya Kurd, Kurdî û Kurdistanê qebûl bike" hat dayîn. -
MKG û DFG’ê biryara darvekirina rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir
MKG û DFG’ê têkildarî cezayê darvekirinê ya rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê girtiye, daxuyanî da. -
DEM Partî bertek nîşanî ‘pêla nijadperestiyê’ ya li dijî Kurdan da
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de zextên li ser ziman û çanda Kurdî bi tundî rexne kir. -
Êrîşên li ser çanda Kurdî nayên qebûlkirin
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar û Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Harun Okay nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî dan û bang li hikûmetê kirin ku dest ji vê polîtîkaya xwe ya cudakar berdin. -
ÎHD’ê bang li Îranê kir ku dawiyê li cezayên îdamê bîne
ÎHD’ê li dijî cezayên îdamê yên Îranê çalakiyek li dar xist û cezayên îdamê yên li Pexşan Ezîzî û Şerife Muhammedî hatî birîn protesto kir û bang li dewleta Îranê kir ku van cezayan betal bike. -
Nivîsên Kurdî bi fermana Wezareta Karên Hundir tên jêbirin
Hate zanîn ku li Wanê nivîsên bi hişyariya Kurdî ya li ser rêyan, bi fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk tên jêbirin. -
Hevserokên DEM Partiyê êrişa Îsraîlê ya li Beyrûdê şermezar kirin
Hevserokên DEM Partiyê êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li başûrê Beyrûdê şermezar kirin û diyar kirin ku êrişa li ser sivîlan sûcê li dijî mirovahiyê ye. -
Bayik: Şerê PKK’ê li dijî dagirkerî û xiyanetkaran e
Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê li Başûr dest bi dagirkeriyê kiriye û got: “Eger alîkariya PDK’ê neba wê Tirkiye gavek jî neavêtiba Başûr. Di nava PKK û PDK’ê de şer nîne. Di nava PKK û dagirkerî û xiyanetê de şerek heye.” -
‘Ewropa di mijara Ocalan de ji standardên mafên mirovan dûr in’
Siyasetmedaran, destnîşan kirin ku Komîsyona Mafên Mirovan û CPT di mijara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi adilane tevnagere û gotin, “Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî mafên bingehîn ên mirovî binpê dikin.” -
ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek navendan êrîşên li ser çanda Kurdî bi govendê hate şermezarkirin
Li gelek navendan êrîşên li ser çanda Kurdî bi gerandina govendê hate şermezsarkirin û peyama, “Govend berxwedan e, govend dîrok û nasnameya Kurd e. Em bernadin vê dîlanê.” -
RSF’ê banga berdana rojnamevan Silêman Ehmed kir
RSF’yê xwest rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve dîl hatiye girtin û cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, were berdan.