Milîsên KBDH’ê li Tûzlayê agir berdan tersaneyeke keştiyan
Milîsên KBDH’ê yên Sevda Serînyel ragihandin ku wan Tûzla ya Stenbolê tersaneyeke keştiyan bi teknîka sabotajê dane ber agir.
Milîsên KBDH’ê yên Sevda Serînyel ragihandin ku wan Tûzla ya Stenbolê tersaneyeke keştiyan bi teknîka sabotajê dane ber agir.
Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) yên Sevda Serînyel dan zanîn ku wan di 29’ê Tîrmehê saet 09.00’an de li navçeya Tûzla ya Stenbolê tersaneyeke keştiyan bi rêbaza sabotajê hedef girtine û got: "Di encama çalakiya me de tersane şewitî û gelek keştiyên luks hatin îmhakirin û zirareke madî ya gelekî mezin giha tersaneyê."
Milîsên KBDH’ê yên Sevda Serînyel li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û êrîşên li ser çîna karkeran nerazîbûnên xwe nîşan da û ev yek anîn ziman: "Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo hilweşandina vê pergala serweriyê ya mêran werin di nava refên KBDH’ê de xwe birêxistin bikin! Ji faşîzmê hesab bipirsin!"