ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê gerîla Nûrşîn Bedir piştî 3 mehan hat wergirtin
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nûrşîn Bedir (Rêgeş Qelqelî) ku di şerê 31'ê Tîrmehê li navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bibû, piştî 3 mehan radestî malbatê hat kirin. -
ÎHD: Aştî divê ji keyfa desthilatdariyê re neyê hiştin
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan diyar kir ku divê aştî tenê ji keyfa desthilatdariyê re neyê hiştin û destnîşan kir ku civak divê di pêvajoya aştiyê bi aktîf rol bilîze. -
Serokwezîrê Iraqê li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya El-Sudanî li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin kir. -
Rapora YE'yê: Li Tirkiyeyê zext dewam dikin, Kurd dibin hedef
Yekîtiya Ewropayê di rapora Tirkiyeyê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da. Her wiha ragihand ku sûcên li dijî Kurdan dewam kiriye. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, malbatê serlêdan kir. Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi heman daxwazê serlêdan kirin. -
Ji ber ku poşmanî red kir, nehate berdan
Şehmûs Kalmaz ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê tê ragirtin, tevî ku 30 sal in girtî ye ji ber ferzkirina poşmaniyê nepejirand, nehat berdan. -
Parlamenterê Misrî Atîf Mexawerî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Parlamenterê Misrê Atîf Mexawerî destnîşan kir ku divê Rêber Apo êdî azad bibe û dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalogê bike. -
Mehmûd Meşhedanî bû serokê parlamentoya Iraqê
Nêzîkî salekê ye postê serokatiya parlamentoya Iraqê vala ye, duh bi şev parlamentoya Iraqê piştî du gerên dengdanê, Mehmûd Meşhedanî wek serokê nû yê parlamentoyê hilbijart. -
ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
37 baroyan bertek nîşanî desteserkirinê dan: Darbeya li dijî demokrasiyê ye
37 baroyan li dijî desteserkirina li Esenyûrtê daxuyanî dan û diyar kirin ev yek nenaskirina hiqûqê û derbeya li demokrasiyê ye. -
Berbijarên partiyên siyasî encamên hilbijartinên Başûr redkirin
Li Kelarê berbijarên partiyên siyasî encamên hilbijartina serdema şeşem a parlamentoya Herêma Kurdistanê red kirin û gotin: "Encamên vê hilbijartina serdema şeşem a parlamentoya Herêma Kurdistanê ne cihê baweriyê ne û em wan red dikin." -
Desteserkirina şaredariyê li gelek bajaran hat protestokirin
Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku li dijî desteserkirina îradeyê têkoşîna têkoşînê ye û ev bang hate kirin: “Divê em bibin yek û rejîma yek zilamî bişînin çola dîrokê. -
DBP û TJA'yê li dijî desteserkirina şaredariyê bang li gelan kirin
DBP û TJA'yê diyar kirin ku ew ê darbeya li dijî îradeya gel qebûl nekin û bang li gelan kirin ku bi hev re li ber xwe bidin. -
Tulay Hatîmogûllari: Niha dema yekîtiyê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Yên ku qaşo destê aştiyê dirêj kirin, doh li Esenyûrtê bi operasyonekê derb li aştiya navxweyî ya li Esenyûrtê xistin. Niha dema yekîtiyê ye." -
Gel li Qada Esenyûrtê li hev kom dibe
Ji bo şermezarkirina girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li ser şaredariyê, girseya gel li Qada Esenyûrtê li hev kom dibe. Lîderê CHP'ê Ozgur Ozel got, "Darbe li îradeya Esenyûrtê hate kirin." -
Bang hate kirin ku gel li Qada Esenyûrtê kom bibin
DEM Partî û CHP’ê biryar dan ku cihê çalakiyan biguherînin û bang kirin ku gel li Qada Esenyûrtê kom bibin. -
Li Esenyûrtê dorpêç û berxwedan didome
Derdora Şaredariya Esenyûrtê ya ku hatiye desteserkirin hate dorpêçkirin. Berxwedana gelan didome. -
Li Stenbolê dema binçavkirina nêzî 20 kesan hate dirêjkirin
Dema binçavkirina nêzî 20 kesên ku di 30'yê Cotmehê roja Çarşemê de li Stenbolê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hate dirêjkirin. -
'Divê Abdurrahman Gemîcîoglû tavilê bê berdan'
Rêxistinên girseyî yên demokratîk, xwestin girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku di beşa venêrîna awarte de destkelemçekirî tê derman kirin, tavilê bê berdan. -
Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan hat kirin
Parêzerên Baroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi muwekîlê xwe Rêber Apo yê li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin re hevdîtinê pêk bînin, serlêdanên nû kirin. -
'Li dijî desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê divê em bi hev re li ber xwe bidin'
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Dixwazin peyamekê bidin Lihevkirina Bajêr û Stenbolê. Divê em bi hev re li ber rabin, îtiraz bikin û li ber xwe bidin." Ayşegul Dogan her wiha got, divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. -
Li Dersimê çawişekî pispor bi 12 kg madeyên narkotîkê hate girtin
Çawişê pispor ê artêşa Tirk Enes Kazim Guldur li Dersimê bi 12 kîlogram û 600 gram madeyên narkotîkê hate girtin. -
Ji bo Esenyûrtê banga berxwedanê: Em edaletê li qadan pêk bînin
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî desteserkirina îradeya li Esenyûrtê bang kir ku li qadan dengê demokrasî û edaletê bi berxwedana demokratîk bê mezinkirin. Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê jî ku banga berxwedanê dike, wê li Stenbolê bicive. -
Ahmet Ozer: Bingeha tayînkirina qeyûm tê danîn
Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer piştî ku hate girtin, di îfadeya xwe de ya li dadgehê sûcdarî red kir û anî ziman ku îdîayên pê têne sûcdarkirin ji bo 'avakirina bingeha qeyînkirina qeyûm e'. -
Qeyûm li ser Şaredariya Esenyûrtê hate danîn
Şaredariya Esenyûrtê ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate desteserkirin, qeyûm li ser hate danîn.