Parlamenterê Misrî Atîf Mexawerî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Parlamenterê Misrê Atîf Mexawerî destnîşan kir ku divê Rêber Apo êdî azad bibe û dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalogê bike.

Serokê Desteya Parlamenta Partiya Komekî ya li Meclîsa Nûneran a Misrê û parlementer Atîf Mexawerî, li ser rola Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî yên piştî çalakiya li hemberî TUSAŞ'ê ya li Enqereyê ji ANF’ê re axivî. 

Parlamenterê Misrî Atîf Mexawerî destnîşan kir ku divê dawî li tundiya li gelê Kurd tê kirin bê anîn û got, “Bi taybetî pêwîste pirsgirêkên Kurdan ên li Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê û Bakurê Kurdistanê bi rêyên diyaloqê bên çareserkirin. Mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd jî Birêz Ocalan e. Divê rejîma Tirkiyeyê azadiya Ocalan misoger bike û dawî li êrîşên xwe yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne.”

Mexawerî diyar kir ku zextên dewleta Tirk ên li ser mafên çandî û civakî yên gelê Kurd nayên qebûlkirin û got, divê gelê Kurd li dijî van zext û êrîşan yekbûna xwe ava bikin û hemû siyaseta tinekirinê têk bibin. Mexawerî got, “Divê dewleta Tirk dawî li êrîşên xwe yên dagirkeriya Başûrê Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne. Li hemberî her çalakiyek ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêk tîne, êrîşê herêmên sivîlan tê kirin û serweriya Sûriye û Iraq binpê dike. Bi salan e şer li Rohilata Navîn dewam dike, divê ev pirsgirêk bi rêyên hevdîtin û diyalogan çareser bibe."

Atîf Mexawerî destnîşan kir ku qaşo dewleta Tirk li hemberî êrîşên li ser gelê Filîstînê bi helwest e, lê bi xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermana qetilkirina sivîlan dide.