Li Dersimê çawişekî pispor bi 12 kg madeyên narkotîkê hate girtin

Çawişê pispor ê artêşa Tirk Enes Kazim Guldur li Dersimê bi 12 kîlogram û 600 gram madeyên narkotîkê hate girtin.

Di wesayîta çawişê pispor ê bi navê Enes Kazim Guldur de ku li Dersimê peywirdar bû, lêgerîn hate kirin û 12 kîlo û 600 gramên tiryakê hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tayîna Guldur 2 meh berê derket Dersimê.

Hat zanîn ku Guldur di 26’ê Cotmehê de li Dersimê bi wesayîta kirêkirî ji ewil çû Erziromê, piştre derbasî Êlihê bû û ji wir jî çû Amedê û demekê li wir ma.

Guldur piştre vegeriya Dersimê û di 28’ê Cotmehê de malbata xwe jî girt cem xwe û ber bi Kayseriyê ve kete rê.

Wesayîta Guldur li Kayseriyê hate sekinandin û di lêgerînê de 12 kîlo û 600 gramên tiryakê hatin dîtin.

Guldur ê hatî binçavkirin, hevjîna wî û kesekê din ê li cem wan di 29’ê Cotmehê de ve derxistin dadgehê û hatin girtin.